Kemal Tolan

Kemal Tolan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Berdewama - Piraniya pênasiyên di-bîbliyografiya Êzdiyên li Tirkiyê-de -dawî -

A+A-

Gelek çavkaniên din jî dibêjin:

Dîrokzane û hevalê min yê rêzdar kekê Xerzî Xerzan jî di lêkolîneke xwe de dibêje, „tofanê mezin, anku êrîşên Mongol û tirkmenan, ji alîyê navenda Asîyayê ve dest pê kirine. Ev dewletên bihêz û dewlemend ên kurdan, her çi qas bihêz bin jî, li ber êrîş û talana van dagirkerên herî dijwar, mixabin xwe negirtine û belav bûne,û dîsa ber bi çiyayên xwe ve vekişîyane.

Ne hewce ye ku em kirinên mongol û tirkmenan rave bikin, lewra dîroka mirovahîyê kirinên wan ên qirêj û bê însanî heb bi heb tomar kirîye. Dema diketana bajêrekî, bi taybetî mongol, heya pirtûkan Jî dişewtandana. Ka kê dizane, wê demê çend berhemên giranbûha ên nivîskar û zanyarên kurdan hatine şewitandin, ka çend pirtûkxane hatine xirakirin û ka çend zanyarên bênav hatine kuştin.? Ev tev li benda bersîvan e.“*13

“Murtaza paşa yê Wan ê, di sala 1127 de hûcûmî ser kela Hoşab ê dike, lê eşîrên Êzdiya ye li Hoşabê û li derdora Hoşabê bi tevlî çar hezar siwariyên xwe li dijî çarsed û pêncî leşkerên Murtaza paşa derdikevin û cengeke mezin di navbêna gundê Canika û Bedehşanê de çêdibe. Di vî şerî de her 4000 siwariyên Êzdiyan û 400 siwariyên leşkerê paşê têne kuştin. Di sala 1128 de Ballı Mehmed dibe paşayê Wan ê û ew dixwaze tola xwe ji eşîrên  Êzdiyan hilîne û ew tevlî hefthezar leşkerê xwe ve hûcûmî ser Êzdiyên di herêma Abaxa dike. Leşker kîjan Êzdiyên digrin dikujin û hemû malên wan dişewitînin. Demsal zivistan û herder berfbû. Gelek Êzdiyên xwe di nava çiyande veşartibun, di bin berfê de ji sermare dimirin. Di nava sîh rojan de hemû gund û bajarên Êzdiyan dagirkirin. Di peyre Ballı Mehmed paşa weha digot: Armanca min ew bû ku ez koka Êzdiyan xelazkim, lê ewan em birine ser kozikên xelet. Em ne di ser Bargiri de birine ser Êzdiyan, hinan di bin re bi dizî xeber dabune Êzdiyan û gelek Êzdî reviyan. Lê ezê wan di biharê de xelazbikim.“*Berfiretir binêre *4a-rûp.:348-377.

 “Êzdiyan tu carî xwe wek misilman nedane naskirin, lê dewleta Osmanî her tim hewil

dida Êzdiya weke civakeke misilman e “xerab” û hewcedarê reformê ye ne didît. Ji ber vê sedemê dewleta Osmanî Êzdî, di nava sîstema milletê osmaniyan de ne weke neteweyek û ne jî wek dînekî cuda nas kir.” Berfiretir binêre*14

” Êzdî û Êzdiyatî di qeydên fermî yên Osmaniyan de wek “yên ne rast, ji ola îslamê veqetiyayî, dûrketî, li pey vîn û daxwazên xwe diçin.” hatine binavkirin. Berfiretir binêre: *15.

-"Împaratoriya Osmanî di tûnekirina Kurdên Êzdî de bi taybetî bi ser ket. Kurdên Êzdî rastî çarenûseke xerab hatin. Êzdiyan jî weke hemû gelan ji bo diyardeyeke olî bi qehremanî şer kiriye û bêhejmar leşker ji bo baweriya xwe şehîd dane. Kurdên din Îslam qebûl kirin û ji ber wê bûn “azad”. Lê ji Êzdiyan pir hindik kes ji Tirkiyê reviyane çûne Îranê, welatên bakur-rojhilatê, Ermenîstanê û hwd.”Berfiretir binêre* 16.

MÎRATEYA ERDNÎGARÎ YA ÊZÎDIYAN

Erdnîgariya ku Êzdî lê dijiyan, “ ji nava Sûriyê (ji derûdora Afrînê dest pêbikin heta Hesekê û Qamîşloyê) ji vir diçe heta nava Îraqê (derûdora ji Şengalê- Sincar û heta derûdora Musilê) ji vir jî heta nava Îranê (derûdora Mahabadê û di ber ava gola Hezarê) heta nava Ermenîstanê (derûdora Êrîvanê, Lenînakan û Tebilisî) ji Êrîvanê heta nava Tirkiyê (ji Qersê diçe Çewlik û Mûşê, ji vir diçe Elezîzê heta Meletê, ji vir diçe Maraşê û heta derûdora Gazîantebê ji vir jî heta Kilîsê) ji vir cardin diçe heta nava Sûriyê (Afrînê).

Belê hingê ku Êzdîxan ji Êzdiyan dagirtî bû û sînor ne ketibûne nava Kurdistanê, hingê Êzdî bi serhevûdin ve bi hêsanî diçûn û dihatin. Mîrê Êzdîxanê hêja hingê ji bo ku qewal û koçek karibin xwe bigehînine hemû gund û bajarên Êzdiyan, Êzdîxan kiribû heft dever. Her qeflekî qewal û koçekan, Tawisek bi xwe re dibirine heremên Êzdiyan, digerandin. Lewra jî heft Tawisên sembola Êzdiyatiyê hebûn û navên Tawisan îro jî weha ne:

1. "Tawisa Enzell ya ji bo devera Şêxan,
2. Tawisa Şengalê,
3. Tawisa Helebê,
4. Tawisa Xaltiya,
5. Tawisa Zozana (Hekkariya)
6. Tawisa Mosqofa ji bo Êzdiyên Qafqasiyan,
7. Tawisa Tewrêzê-Bahzanê "

Gava mirov bala xwe dide her heft Tawisên sembolên Êzdiyatiyê, mirov dibîne ji demên kevn û heta îro hêjî sisê ji van Tawisan; Tawisa welatê Xaltiya, Êzdiyên Qafqasiyan û Zozana (Hekkarê) yên Êzdiyên Bakurê Kurdistan in.

Di çavkaniyên dîrokî de jî xuya dibe, ku berî Ewrûpî bên bikevine nav karên Împaratoriya Osmaniyê û wê ra bivine alîkar, li gelek heremên Kurdistanê de Êzdiyan bi quweta xwe hê xwe diparastin. Weke nimûne: Dema meriv li -mişêwra Pîr Xetîp(Çavk.:16a)-, ya ku di sala 1270 de bi destnîşana gelek Xasên Êzdiyan hatiye tomarkirin, li kitêba Şerfxanê Bedlîsê -Şerefnama (Çavk.:16-b)- û "Arşîv û Defterên Dîroka Osmaniyê (Çavk.:16-c)" dinêre, ev çavkaniyên kevn jî şadetiya zargotinên me dikin. Her çiqas nivîskar û xwediyên herdû çavkaniyên(166-b û 16-c) hingê xêra Êzdiyan û ola wan ne xwastine jî, lê mecburbûne derheqê bûyer û quweta Êzdiyên wê demê de binivsînin.

MÎRGEHÊN ÊZDIYÊN LI BAKURÊ KURDISTANÊ

Weke ku zargotin, dîrok û lêkolîn şanî didin, Êzdî di Bakurê Kurdistanê de li van Mîrgehan dijiyan:

1. Mîrgeha Xaltiyan û Bota (Sêrtê)
2. Mîrgeha deşta Diyarbekrê
3. Mîrgeha Riha- Urfa yê
4. Mîrgeha Cizîrê û Mêrdînê
5. Mîrgeha Hekkariyan û Serhedê (Qars)
6. Mîrgeha Mereş, Nizîp, Meletê û Kilîsê “* berfiretir binêre li *4a, rûp.:277-334 û  *17-a,b,d

Wekî dinê îro hêjî nîşan hene ku, li ber deriyê şikeftên navçeya Ahlat a- Bedlîsê de du fîgurên Tawus hene.. Binêre: *18 û navendên dîrokî yên din: Mard'a Harranê, ya herî kevn niştecihên mirovahiyê yên 12 hezar û 500 salî yên wek Göbeklitepe “Dêrên Yaqûbî yên Mêrdînê yên bi sîwanan” û “Dêr, ab.Akse û Şikeftan” Wêranşar ku cihê mizgeftan in, jêder: *12 û 18-

SEDEMÊN KU ÊZDIYAN JI TIRKIYÊ KOÇKIRINE:

Hinek ji sedemên ku Êzdî ji Tirkiyê û bakurê Kurdistanê derketine jê wanin:

“Li gorî ku serpêkhatî û zargotinên me didine xwanê, rewşa parastin û aboriya me  Êzdiyên li bakurê Kurdistanê, timî ji ber destê zilm û zora beg, axa, Kurdên nezan, walî û jendirmên dewletê ketiye tehlûkê. Ji xwe gelek kes dizanin,  aboriya me  Êzdiyan her wextî bi karê xwedîkirin, kirîn û firotina pez û dewar (ga, çêlek, golik, gamêş, beran, mî, berx, bizin, nêrî, karik, hesp, hêstir, ker  û whd. yanjî, mirîşk, şamîk-elok, qaz, ordek û whd), bi karê cotkarî, çandin û hilanîna mahsul(zad- ceh, genim, nok, nîsk, kuncî, kizin, şoqil, maşik, kaah, titûn û whd.) û  bi karê firotina berhemên mahsulên weke ( hirî-pirç, xalî, tej, werîs, rûn-butter, mast, şîr, toh, hêk, tirî, mewîj, hijîr, benî, bacanê sor, bacanê reş, îsot, dolmuk, xeyar, tirozî, kundir,zebeş, petêx, fasuliye,  komir, êzing, çilo, sûsê  û whd.) ve girêdayî bûye.

Ji xwe em ji dîroka fermanên bi serê me  Êzdiyan ve hatine fahm dikin ku, bapîrên me tucaran  Musilman tî qebûl nekirine û di Kurdistanê de qewmê ku  Êzdî  talan nekiriye tune ye. Bi taybetî "birayên" me yên Musilman tucarî piştgiriya me  Êzdiyan ne kirine û gelek caran ewan jî hiştine ku Kurdistan bêye bindest kirin. “Wekî dihête zanîn,  Êzdî tî tenê di nav Kurdan de heye û ji Kurdan pêve ti qewmekî din ên  Êzdî  tune ne. Lê buyera  Êzdiyan, lêkolîna li ser ol, çande, felsefe û dîroka wan kêm hatiye kirin. Ji ber ku ticaran  Musilman tî qebûl nekirine, pirê caran hatine talankirin jî. Qewmê ku  Êzdî  talan nekiriye, tune ye. Bi taybetî jî Kurd û Ereban,  Êzdî  talan kirine. Ji ber qetlîam û talanên desthilatdaran,  Êzdiyan xwe veşartine, pirê caran çandeya xwe, ola xwe bi dizî jiyandine, bicihanîna esasên ola xwe, nimêj û îbadeta xwe bi dizî kirine.(10)”

ÇEND NİMÛNE Lİ SER ZİLM Û ZORA Lİ ÊZDİYAN HATİYE KİRİN

1-Zilma Musilmanên nezan û karmendên dewletê -:

2. -Zilma Kurdên nezan -:

3. -Zilma axayên Kurdên nezan -:

4. -Zilma karmendên dewletê û şêxên Kurdayî terîqatê -:

5. Û elbet weha gelek nimûnên dinê jî hene:

6. -Zilma dewletê -

7. -Tespîtên ku di qeydî û nasnamên  Êzdiyan de ne weke hevûdinê têye nivîsandin-:

8. -Xwandina dersa dînî ku mecbûriye

Û hwd.

 

Her weha ji ber van kêmasî û neheqiyên di dîroka me de gelek dostên  Êzdî  hêjî sed û hedên (urf û adetên) me baş nas nakin û lewma hêjî heta vêga gelek nêrîn û agehdariyên ne rast li ser dîn û netewa me yê herî kevn têne belakirin. Di her wextî de, zora paşweruyên Musilmanan û karmendên dewletê li ser me Kurdên  Êzdî  gelekî zêde bûye û ewan hercarê bi alîkariya hevûdinê qiz û jinên me  Êzdiyan bi darê zorê birine, Musilman kirine. “Zêdetir agahdarî binêre *4a-rûpel,:380-427.

Min piraniya van pênaseyan ji bo ku ew çewtî, piçûkdîtin , neheqî û şaşnivîsandinê di “bîbliyografiya Êzdiyên li Tirkiyê de”  li ser Êzdîtiyê hatine belakirin bêne nasîn, di 21.04.2015 de û  bi zimanê tirkî raberî  rêzdar Prof. Dr. Ahmet Taşĝın kirine. 

*Çavkanî:
1. Prof.Dr. Ahmet Tașğın, Bîbliyografiya Êzdiyên li Tirkiyê -TÜRKİYE YEZİDİLER BİBLİYOGRAFYASI , Çizgi Kitabevi 2014.

2. Kemal Tolan, Nasandina Kevneșopên Êzdiyatiyê 1- 2021

ÊZÎDIYATÎ HAVEYNÊ MIROVATIYA MEZOPOTAMIYA YE Û BI TAYBETÎ JI XIZNA NASNAMA GELÊ KURD E http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/ezdiyati-haveyne-mirovatiya-mezopotamiya.html
3. Kemal Tolan, AGEHDARÎ Û ZANÎNA ME KURDAN Lİ SER DÎROKA KURDAYETİYÊ Û REWŞA CIVAKA ÊZDİYAN PİRLAWAZİN http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/agahdari-u-zanina-me-pir-lawaze.html
4. Kemal Tolan:

a-Nasandina Kevneșopên Êzdiyatiyê 1- 2021- Rûp.: 21-48.

b- https://www.facebook.com/carpelmedya/videos/395626475948634

5. Kemal Tolan, Nasandina Kevneșopên Êzdiyatiyê II- 2021- Rûp.: 188-194.

a- Nêrînek li ser maka dîroka Ezdahîtî û Kurden resen-

https://www.kurdishinstitute.be/ku/nerinek-li-ser-maka-diroka-ezdahiti-u-kurden-resen-kemal-tolan/

6.Kemal Tolan, Gengeșe û Sedem ÊZDÎ Bilêvnakin – Weșanên Na 2013 İzmir ve
Müslim Korkmaz- Tawisî Melek hakkındaki yanlış söylentiler ve ezilen halkların başına gelenler. http://www.dengeazad.com/en/NewsDetailN.aspx?id=32212&LinkID=118
7.Kemal Tolan, Nasandina Kevneșopên Êziyaziyê II 2021, rûp.: 179-186 TEOLOGİYA EZDAHÎTİYÊ BERİYA DEMA KU ADEM BÊYE AFİRANDİN DE JÎ HEBÛ YE.

8.Kemal Tolan, Bi dîtina min,di Êzdahîtiyê de parêzgeh “hec”ke sereke û putperesetî tûne ye https://www.facebook.com/KemTolan/posts/pfbid02UowZZp2B6DAAqNezhW7hjQmGsw4YhE9JdXep2gRQ4SC3hVAxfGBbpgQZ2cMZEdvLl

 

Û https://www.facebook.com/KemTolan/videos/1556036528168625

9.Turan Dursun`un yazdığı Kutsal Kitapların Kaynakları, cilt 1,2 ve 3.

10.Kemal Tolan, Hevpeyvîn-Nirxandin û Bîranînên hinek Êzdiyan-2021-Na, rûp.:23-37.

11.Kemal Tolan, Dîroka Êzdiyan a di dokumentan û zargotinê de, 2021- rûp.: 34-132

a-John S.Guest, Yezdilerin Tarihi, Avesta 2001 , rûp.: 85-114
12.Mehmet Bayrak ,

 http://www.arsivakurd.org/images/arsiva_kurd/kovar/birnebun/birnebun_13.pdf

 anjî : 49-61 veya de -Êzdî-Kızılbaș- Yarasan Kürtler 2014  rûp.: 188

a- Mehrdad R. Izady, Bir El Kitabı- KÜRTLER 2004 rûp.: 279.

b-Ҁakır Ceyhan Suvari - Ezidiler, rûp.: 42-48 .
13.
Xerzî Xerzan - https://dirokurd.blogspot.com/2017/12/berovajikirina-diroka-gele-kurd-ji-hela.html

 14.EDİP GÖLBAŞI, Osmanlı Ordusunda Ezidilerin Askerlik Sorunu.“ Ve Zorunlu askerlik meselesi ve ihtida siyaseti odağında Yezidiler ve Osmanlı idaresi- http://www.academia.edu/3305449/Heretik_A%C5%9Firetler_ve_II._Abd%C3%BClhamid_Rejimi_Zorunlu_Askerlik_ve_%C4%B0htida_Siyaseti
15. Davut Hut, Osmanlı İdaresi ve Yezidiler http://www.ordaf.org/osmanli-idaresi-ve-yezidiler
16.http://bnk.institutkurde.org/images/pdf/PU21VTWFQR.pdf

a- Pîr Xetîp. Ev Mişêwra di sala 1270 de bi destnîşana gelek Xasên Êzdiyan hatiye tomarkirin . Mamoste Pîr Xidir Suleyman ev ji min re xwand û jêderek jî da min.
b- Şerefxanê Bidlîsî, ŞEREFNAME, Tarîxa Kurdistanê ya kevn 1579, Wergera kurmanciya ji aliyê Zîya Avci ve di sala 1998 de çapa yekem a Kurmanci ji Weşanxaneya Apecê,
c- Burhan Oğuz,Türkiye halkının kültür Kökenleri -Teknikleri, Müessesleri, inanç ve Adetleri- Cilt .I: Giriş, Beslenme ve Teknikleri. İstanbul 1976.

17.a- Kemal Tolan : EM ŞARİSTANİYA KU ÊZDİYAN Lİ SER ERDNÎGARİYA KURDİSTANÊ DESTPÊKİRYE NASBİKİN Û BİPARÊZİN!

http://www.argun.org/2010/10/31/em-saristaniya-ku-ezdiyan-li-ser-erdnigariya-kurdistane-destpekirye-nasbikin-u-biparezin/
KURTİYEK Jİ DÎROKA CÎH Û WARÊN ÊZDİYÊN Lİ BAŞÛR-ROJAVAYÊ KURDİSTANÊ

http://www.welatperwer.com/kurtiyek-ji-diroka-cih-u-waren-ezdiyen/

b- *EM ŞARİSTANİYA KU ÊZDİYAN Lİ SER ERDNÎGARİYA KURDİSTANÊ DESTPÊKİRYE NASBİKİN Û BİPARÊZİN! *7-rûp.:210-214

c- http://www.yeziden.de/44.0.html?&tx_ttnews%5Bpointer%5D=162&tx_ttnews%5Btt_news%5D=229&tx_ttnews%5BbackPid%5D=22&cHash=7cb5980437698834b80fd5443601755f

d- *Em Kurd tev mina sêvên ji darekê ne !*4a-rûp.:421-429

18 a- AHLAT MAĞARA EVLERİ

 http://www.ahlat.gov.tr/index.php?option=com_content&view=article&id=47&Itemid=19

http://soc.culture.turkish.narkive.com/tdAKRLEG/ahlat-taki-kazilarda-budist-mabedi-bulundu

b- http://politikart1.blogspot.de/2014/04/katliamlarda-mazlum-sgnag-magaralar.html

19 Kemal Tolan, *4a-Sayfa 380-427



 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin