Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Bêdengî qebûlkirina bindestiyê ye!

A+A-

Min xwest vê carê nivîsa xwe ji gotineke pêşiyan dest pê bikim. Dibêjin; "Xelkê li talanê wî xistiye, wî jî bi xeberan (cêr) tiştek têde nehiştiye.". Niha rewşa ku em îro tê de ne tam jî li gor vê gotinê ye.

 

Heger bê bîra kesên nifşê min, bê em di kar û xebatên ji bona azadiya welatê xwe, tade û êrîşên dihate ser wî çawa çalak bûn, bi çi rengî û bi çi awayî em li dijî wan radiwestiyan.

 

Dema bûyerek li kîjan perçê Kurdistanê rû bidaya, em ciwanên wê demê, şoreşger û welatparêzên nifşê salên 1960 heta 80ê  em ew kesên ji ber xezeba 12 Îlona sala 1980ê li Ewropayê bicih bûbûn, bê me çawa bi çalakiyên xwe yên demokratîk Ewropa ser û binî hev dikirin.

 

Bi grevên birçîbûnê, bi meş û xwepêşandanan, me hemû bi Ewropa bi wan êrîş, qetilkirin û wêraniya dagirkeran dianîn serê gelê me dihesandin. Me komîteyên bi parlemenên Ewropayê, bi Yekîtiya Ewropayê bi dem û dezgehên Êwropayê re bikaribin têkiliyan deynin û van êrîşên qirêj bi wan bidin zanîn damezrandibûn û wan jî karên xwe dikirin.

 

Me bi wan meşên xwe yên demokratîk hemû paytextên dewletên Ewropayê dihejandin. Me xelkê wan, medyaya wan, radyo û hemû televizyonên wan pê dihesandin ku kurd têne qetilkirin, welatê wan tê wêrankirin û şewitandin.

Bi wan çalakiyên xwe Yekitiya Neteweyan, Yekitiya Ewropayê aciz dikirin em her roj li ber deriyê wan bûn. Çi bi xwepêşandanan û çi bi hevdîtinan. YN û YE ji ber wan çalakiyên me car caran hin daxuyanî belav dikirin, carna jî hin bûyer protesto dikirin.

 

Bi van çalakiyên xwe yên demokratîk ku me li seranserê Ewropayê dikirin, dibû rêlibergitina bûyerên mezintir. Dema me bi van çalakiyên xwe Ewropa radikirin ser lingan ew jî mecbûr dibûn ku li hember bûyerên dagirker tînin serê gelê me, bêdeng nediman.

 

Bi saya wan çalakiyên me, bi dengkirin, protestokirin û di gelek waran de çalak bûna dewletên Ewropayê, dagirker radiwestan ku êdî zêde bûyerên qirêj nekin.

 

Min xwest em hemû, kumê xwe deynin ber xwe û hinekî bifikirin ku gelo çima em hatin vê rewşê.

 

Di 16 Cotmeha sala 2017an de serxwebûna welatê me bi destê xayînan têk çû, zêde tiştek nehat kirin. Jixwe li Bakurê Kurdistanê çar kes jî derneketin kolanan. Hema bêjin her roj Îrana terrorist kurdan darve dikin, deng tune ye.

 

Li Bakurê Kurdistanê ji ber sedema parvekirineke facebookê, ji ber nivîsekê, rewşenbîrên me têne girtin, dixin zîndanê deng tune ye. Na biborin deng heye. Em  jî weke kurd wan protesto dikin cêr û xeberan didin.

 

Kurdno, divê êdî hûn bizanibin ku hûn nemane ya jî li ber nemanê ne. Hûn ji ruhiyeta neteweyî dûr ketine. Hûn birîndar û westiyayî ne.

 

Li gor min sedema vê ev e. Em êdî kal û pîr bûne, li hal, rewş û tenduristiya  xwe difikirin, li ger û seyranên xwe dijidînin. Vana heqê me ye. Lê me di şûna xwe de zarokên xwe perwerde nekirin ku ew êdî şopa me bajon.

 

Divê em tenê carekê bêalî û bêserêşî li civîn û xwepêşandanên kurdan çi yên li welêt û çi yên li Ewropayê binêrin. Binêrin û bibînin  ku hemû porsipî ne. Gelo ka ciwan? Me ew dane xwendinê ji bona bibin însanên baş, zan û têgihiştî. Ev rast e lê mixabin me ruhiyeta Kurdistanî nedane wan.

 

Ji ber vê malwêraniyê ye ku êdî li hember hemû bûyerên kirêt yên dagirkeran li seransera Ewropa û li Kurdistanê bêdengî heye.

 

Em tê nagihêjin ku bêdengî qebûlkirina bindestiyê ye. Em fêm nakin ku ev bêndegî malwêraniya me hemû kurdan e. Em nizanin ku ev bêdengî wê bibe sedema destjêberdana Kurdistaneke serbixwe, azad û demokratîk.

 

Siyaseta kurdan êdî  şolî bûye, qirêj ango ne zelal e. Rastî nemaye û nerastî, derew, buxtan, şinekî, şelafî êdî bi ser ketiye û dikeve. Siyaseta li ser hîmê rastiyê û bi ruhiyeta kurdperwerî qels bûye, lawaz bûye, li ber têkçûnê ye.

 

Siyaseta bi rêbertiya ciwanan neyê meşandin, siyaseta ketibe ser xeta berjewendiya şexsî, wê bêdengiyê jî bi xwe re bîne. Aha bêdengiya îro ji ber vê ye.

 

Tenha sedema vê ji ber tunebûn an kêmbûna ciwanan di nava partî û rêxistinên me kurdan de ye. Çareseriya vê di bersivên xwe de bidin.

Önceki ve Sonraki Yazılar