Ez weke nivîskar û lêkolînerê Êzdiyatiyê ji niha ve serkeftina vê "konferansê ..." û ya hemû beşdaran dixwazim!
Spas birêzan ku we, endamên „Komîteya Bangewaziya Platforma Neteweyî“, bang û vexwandina beşdariya „Konferansa Damezrîner a Platforma Neteweya Kurdî“ ya bi zimanê tirkî* ji min re şand.
Ez weke nivîskarekî Êzdî û Kurd bi vê bangê gelekî dilxweş bûm.
Ez bawer dikim ku ev hewildana we wateyek mezin heye; çimkî pêwîstiya rojê ya Neteweya Kurdî ye ku li ser statu, maf û pêşeroja xwe bi hişmendî û berpirsiyarî raweste. Lê mixabin ez ji ber hin pirsgirêkên tendirûstiyê nikarim di 28–29ê Adarê 2026an de werime Dîyarbekirê û tevî vê konferansê bibim. Hêvî dikim ev nebe sedem ku ez ji armancên vê civînê dûr bim.
Ez bi hêvî me ku, serkeftina vê konferansê girêdayî wê ye ku hemû hêz û tecrûbeyên civaka Kurdî bi baldarî cih bigrin û temsîla rast were dabîn kirin.
Hêvî dikim hûn di nav armancên xwe de li ol û civakên kevn yên Kurdistanê, bi taybetî civaka Êzdî ya ku di dîrokê de rolek girîng di parastina ziman, çand û nasnameya Kurdî de lîstiye, bi rêz û nêrînekî berfireh bigerin û şertên temsîla wan pêşkêş bikin. Gelek ji me dizanin ku kevnariya dîroka Êzdiyan gelekî kûr e; lê mixabin ev kevnariyê heta niha di nav dokument û arşîvan de kêm hatiye tomarkirin û lêkolîn. Ev valahî divê bi xebatên zanistî û dîrokî were dagirtin.
Her weha hêvî dikim hemû rêvebir û berpirsên partîyên Kurdî yên ku li Tirkiyeyê bi navê “Kurdistanê” hatine damezrandin, bi tecrûbeyên xwe yên siyasî û dîrokî beşdarî vê konferansê bibin. Wekî din girîng dibînim ku platform ji raman û zanîna rewşenbîr, nivîskar û hunermendên civakê jî bi awayekî hevseng sûd werbigire; çimkî qata ramanî dikare di xurtkirina hişmendiya statuya Neteweya Kurdî de rolek bingehîn bilîze.
Hêvîdarim ev konferansê bibe destpêkeke nû ji bo nasîna baştir a kevnariya dîrokî û mafên ol, civak û neteweya Kurd, û bi awayekî aştîxwaz û berpirsiyar mafên wekheviya pêkhatî û neteweya Kurd di nav azadî, aramî û hevjiyana civakî li Bakurê Kurdistanê pêş bixîne.
Bijî Kurd û Kurdistan
* https://www.facebook.com/.../pfbid0k7aZZBTEa9S91iJVaSfWXL...


YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin