Barzanî Sekreterê Giştî yê Goranê pîroz kir

Barzanî Sekreterê Giştî yê Goranê pîroz kir

Serok Mesûd Barzanî, pîrozbahî li Omer Seyîd Elî kir ku weke Sekreterê Giştî yê Goranê hatiye hilbijartin.

A+A-

Serok Mesûd Barzanî, peywendiyeke telefonî li gel Omer Seyîd Elî encam da ku îro bo cara duyem weke Sekreterê Giştî yê Goranê hat hilbijartin.

Di wê peywendiya telefonî de, Serok Barzanî pîrozbahiyên xwe pêşkêşî Omer Seyîd Elî kirin û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Li navenda Tevgera Goranê ya li Silêmaniyê, îro civîna ji bo diyarkirina sekreterê giştî û rêveberiya wê hizbê birêve çû. Di encama dengdana di wê civînê de Omer Seyîd Elî, careke din wek sekreterê Tevgera Goranê hat hilbijartin.

Omer Seyîd Elî, di encama dengdanê de wergirtina 28 dengan, weke Sekreterê Giştî yê Goranê hat hilbijartin.

Herwiha jibilî hilbijartina sekterê giştî, dengdan ji bo endamên rêveberiya wê hizbê jî birêve çû.

Li gor dengdana di civînê de,Ednan Osman, weke Sekreterê Civata Niştimanî, Cemal Hacî Mihemed, wek sekreterê Civata Giştî, Celal Cewher, weke sekreterê Karûbarê Firaksiyonanî, Birzû Mecîd, weke Sekreterê Karûbarê Xelkê û Derbaz Mihemed jî weke Sekreterê Karûbarê Jûreyan hatin hilbijartin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin