
Hevserok û endamekî Şaredariya Pasûrê hatin binçavkirin
Piştî teqîna li bajarokê Pasûrê, Hevserokê Pasûrê yê HDPê û Berpirsekî Şaredariya Pasûrê hatin binçavkirin.
A+A-
Piştî teqîna duhî ya li bajarokê Pasûrê lêpirsîn hate destpêkirin û fermana desteserkirina 4 kesan hate dayîn.
Di çarçoveya lêpirsînê de Hevserokê Pasûrê yê HDPê Abîdîn Karaman û ji Midûrê Karên Fen a Şaredariya Pasûrê Şener Aktaş hatin desteserkirin.
Duh êvarî li dorûbera gundên Pasûrê dema minûbûseke gundiyan derbas dibû teqînek rû da û 7 kes canê xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê ji ber teqînê PKKê tohmetbar dike, lê PKK heta niha di derbarê vê mijarê de çi daxuyanî nedaye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin