Barack Obama Dê Piştgirîya Joe Biden Bike

Barack Obama Dê Piştgirîya Joe Biden Bike

Serokê berê yê Amerîka Barack Obama dîyar kir ku ewê di hilbijartinên Mijdarê de piştgirîyê bide Joe Biden, ku demekê cigîrîya wî kiribû.

A+A-


Navenda Nûçeyan - Obama bang li berbijarên din yên Partîya Demokrat kir ku bi piştgirîya Biden bibin yek.

Yek ji berbijarên din yên Partîya Demokrat, Bernie Sanders dabû zanîn ku ew nikare bi ser keve û kempeyna xwe bi dawî kiribû.

Bi vekişîna Sanders re, çaverê ye ku Biden bo hilbijartina Mijdarê bibe berbijarê Partîya Demokrat.

Obama bi vîdeoyekê da zanîn ku Biden dikare kêşeyên vîrusa korona çêkirîye birêve bibe.

Wî dîyar kir ku Komarîyên li desthilatê ji pêşveçûnê pirtir dixwazin ku hêzê di destê xwe de bigirin û got ku divê hikûmeta neteweyî xwedî li hemwelatîyan derkeve.

Di dewama axaftina de, Obama bo Biden got ku ‘’Amerîkîyekî rast e’’ û dîyar kir ew jî wek wî bo Amerîka dadmendî û wekhevîyê dixwaze.

Demokrat dê di 17’ê Tebaxê de li Milwaukee ya Wisconsin berbijarê xwe eşkere bikin.

Li ber e ku Partîya Komarî jî di dawîya Tebaxê de berbijarîya Donald Trump ragihîne.

Dengê Amerîka

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin