Hizbullah a Iraqê: Em êrîşên dijî Amerîkayê radiwestînin

Hizbullah a Iraqê: Em êrîşên dijî Amerîkayê radiwestînin

Milîsên Hizbulah a Iraqî çalakîyên xwe yên li dijî hêzên Amerîka li Iraqê radiwestîne.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Yek ji rêveberên Hizbulaha Iraqî bi navê Ehmed Besrî ragihand, ji ber berdewamîya vekişandina hêzên Amerîkî ji binkeyên serbazî yên Iraqê, wan êrîşên xwe rawestandine, lê di haleta amadebaşîyê de dimînin.

Di demên borî de, çendîn caran binkeyên serbazî yên hêzên Amerîkî û Hevpeymanîya Navdewletî lê bûn, rastî êrîşên mûşekî dihatin, hejmarek ji serbazan jî hatibûn kuştin û birîndarkirin.

Çend roj in, hêzên Hevpeymanîya Navdewletî û Amerîka ji hejmarek binkeyên serbazî yên Iraqê vekişaye, ji wan jî binkeya Qaim li ser sînorê Sûrîyê, binkeya K1 li Kerkûkê, binekya Qeyare li Neynewa û binkeya Hebanîyê li Enbarê ne.

Li ser vê yekê jî, Berdevkê Hepeymanîya Navdewletî Myles Caggin ji K24ê re ragihand, nîyaza vekişandina hêzên wan, dubare bicihkirina hêzên wan li ser xaka Iraqê ye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin