Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Banga Partiya Azadiya Kurdistanê

A+A-

Niha me dît û xwend PAKê bangî rewşenbîr, siyasetmedar û gelê xwe bi tevayî dike ku ew tevlî wan bibin, alîkarî û piştgiriya xwe bi tevlêbûna wê bikin. Tevlî wê bibin û wê weke partiya xwe bizanibin û xwedî lê derkevin.

Helbet ev bang tişekî baş e. Lê divê em û hûn bizanim êdî bi bangan tu karê siyasî bi rê ve naçe. Ji bona karekî weha pîroz erkê mezin ê PAKê bi xwe ye.

Divê PAK çi bike?

Li kesan bigerin, herin malên wan, civîn û konferansan li dar bixin, li ser pêwîstiya îro lazimî çiye divê em bi hevre munaqeşe bikin.Du civînên mezin yek li Kurdistanê û yekê jî li Ewropa pêk bînin. Dû re kongreya xwe li darxin, kesên zana û jêhatî pêşniyar bikin da ku cihê xwe di nava PAKê de bigirin.

Komîteyeke navandî xurt damezrînin û serokê niha ango birêz Mustefa Ozcelik be baştir e. Li gor min divê ew be. Lê heger qebûl nekir jî divê jinek be. Meçlîsa xwe ava bikin. Bila serokê meclîsê jî ciwanek be. Kar li hev beş bikin û weke dewlet kar bikin da ku sibê karê dewletê rehet be. Ji bona dîtina kêmaniyan û pêşniyaran komîteyeke ji sal mezinên siyasî yên berê weke komîta şêwirmend ava bikin.

Xebatên nava welêt û yên Ewropa ji hevdu cûda bikin. Divê bê zanîn ku xebatên li Ewropa dibin, tenha ji bona alîkarî û piştgiriya partiyan e. Ji vê zêdetir ne tiştek e. Ji ber ku cihê xebatê welat ango Kurdistan e. Lewra jî divê êdî xebatên li Ewropa dibin, bi zelal bêne eşkerekirin.

Weke herkes dizanin ku cihê xebatê, cihê çalakî û xwe pêşandanên mezin divê li welêt ango li bakurê Kuristanê pêk bê. Heta li wir dengê we nekeve guhê xelkê û bi çavên xwe nebînin, zehmet e tevlî we bibin. Lê hûn dikarin bi van çalikiyên xwe wan bikşînin nava xwe.

Pêwîst e êdî PAKa ji xwe re dibêje ez kurd û kurdistanî ne divê êdî xwe, xebatên xwe,çalakiyên xwe ji nava çar dîwaran derxe. Li hemberî hemî astengî û qedexeyan biqêrin da ku xelk dengê we bibihîzin, bi çavên xwe we li kolanan bibînin.

Ji ber ku miletê nezan, kesên ne xwenda û cahîl, ne bi mejiyê xwe ango bi aqilê xwe tevdigerin. Ew bi çavên xwe çi dibînin, bi guhên xwe çi dibihîzin li gor wê jî dibin xwedî helwest.

Vê jî weha kirî ye ku ew milet, ew xelk tenê bûne şabaşçî. Kîjan partiya tiştekî bike û ew çavên ku bê aqil tevdigere, tenê jê re li çepikan dixin û dibêjin ”Bijî”.

Ev bijî û çepik jî li bakurê Kurdistanê bûye mode. Bêtirên wan fêm nakin ku çima li çepikan dixin û dibêjin ”Bijî”.

Ne tenê di nava kurdan de ev qayîde hema hema li hemî welatên bindest û kolonî derbas dibe. Li welatên weha, dagirker bi zanetî vê dike û di nava gel de belav dike da ku ew asasê meselê fêm nekin.

Dagirker û hevalbendên xwe mêjî ango aqilê xelkê dagirkirîye, çav û guhên wan vekirîye da ku li gor tiştên dibihîzîn û dibînin tevbigerin.

Mesele dirêj e. Em çiqasî bêjin jî dawî lê nayê. Loma ez vegerim mijara xwe ango banga PAKê.

Dema PAK hate damezrandin, bi dilekî germ li gor daxwaza gel, bi helwesteke neteweyî xwe berra qada xebatê da û got: ”Ji niha ve Kurdistan”.

Xebat û tevgera xwe, li ser xeta neteweyî meşand. Her diyarkirin ku ev xeta, xeta me ye. Karên gelekî baş û hêja jî kirin.

Wê demê jî min nivîsek nivîsî û got: ”Niha li bakurê kurdistanê PAK ê ango Partiya Azdiya Kurdistanê ku nû hate damezrandin, xwe berra qada xebat û çalakiyên neteweyî da ye. Di rewş û mercên îro de, ji hemî partiyên din çalaktir û xwedî helwesteke neteweyî ye”.

Lê min her diyar jî kiribû ku divê PAK li ser vî asasî bêtir xeta xwe zelal bike û heta jê bê xwe neke weke partiyên heyî. Heger ew jî bû weke wan, wê demê ew ê jî weke girtiyên zîndana Diyarekirê li cihê xwe bimeşe ango bijmêre…

Ne gavekê bi pêş û ne jî dê bi paş ve here. Li cihê xwe sekinandin jî ji bona tevger an partiyeke dibêje ez kurd û kurdistanî me dê bi pêşve nere.

Ji bona vê me dît ku PAK bi derketandina xwe, bi çalakî û xebata xwe karê baş kir, xwe gihişt dereke û li wir sekinî wê jî weke partiyên din dest bi li cihê xwe meşê kir.

Ez bi xwe piştgiriya wê bangê dikim; lê bi şert û mercên nû.

Weke min li jor jî behs kir ku dema xelkek li gor dîtina çavên xwe û li gor bihîstina guhên xwe tevbigere zehmet e, ew gel, ew xelk ber bi banga ve werin.

Heger PAK dixwazî kesên zana, jêhatî, kêrhat, bîrewir û xelkê wî tevlî wan bibe, divê ew vegere serî, ango destpêkê.

Divê PAK ne ku bang li xelkê bike,divê ew bangî endam û hevalbendên xwe bike û dest bi çalakiyên tê dîtin û bihîstinê bike. Divê ew komîteyan damezrîne û bi xwe herin wan kesên bi salan siyaset kirine û niha li malên xwe ne, bibînin. Divê ew ciwanan bike rêvebir.

Di hevdîtinên we de bila destûr û bernameya we, projeyên karê we, helwest û nerînên we bi eşkere û zelalî bê gotin. Ne tenê bêjin, îspat bikin û wan bixin jiyanê. Dest bavêjin çalakiyan, xwepêşandanan li welêt bikin

Ez baş dizanim ku şert û mercên îro gelekî zor e. Lê xebata azadiya miletekî bê bedel nabe, bedelên li ser xeta neteweyî partiyan bi ser dixe.

Banga we pîroz e. Lê bawer bikin tenê bi bangê kes nekevin nava we. Ji dûr hin dikarin alîkarî bikin û hew.

Wextê xwe li ser asasê yekîtiyên li ser berfê hatine pêk anîn, derbas nekin. Li nava xwe vegerin. Hê jî şansa we heye ku hûn bibin weke destpêka xwe. Heger hûn vê nekin hûnê jî bibin weke yên heyî û roj roj dê hûnê wenda bikin.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar