• Diyarbakır 9 °C
  • Batman 8 °C
  • Hakkari 4 °C
  • Şırnak 7 °C
  • Ağrı 2 °C

Banga Kerîm Xanê Zend bo Ermeniyan

Veysi Aydin

Piştî mirina şahê Sefewî Tahmaspê 1em li vî welatî keşmekeşîyeke gellek mezin hebu. Li gellek herêman şer, nexweşî u hejarî (xizanî, feqîrî) hebu.

Li hinek herêman bermayîyên Sefewîyan, li hinek herêman Efşarî u.y.d. hukumdarî dikirin. Di nabeyna van hêzên herêmî ji hêlekê u dijî hêzên dersînor ji hêla din şer hebu. Rewşa niştecîyan roj bi roj ber bi xerabîyêde diçu. Kê xwe bi hêz didît, zilm u tadayî li kesên bêhêz an kêmhêz dikir.

Bi taybetî rewşa nemisilmanan gellek xeter bu. Di bin zilma olî, aborî u sîyasîde bun. Ji kar u kazincên xwe parek mezin wek bac u cizîye didan. Ji bona karubarên fermî duqat sêqat xerc didan dewlet u mamurên wê. Memur u karmendên fermî pircaran xerac u bertîlên giran ji Êrmenîyan digirtin. Êriş u neheqîyên li dijî Êrmenîyan bê siza (ceza) diman. Ji ber vê yekê gellek Êrmenî, çi dewlemend çi hejar, ji Îranê direvîyan u li derve dijîyan.

 

veysi-aydin-1.png

                                     Gengeşî u keşmekêşî di nav gelan de

Ji pirtuka: “Des Herrn Jonas Hanway-seine zuverlässige Reisen durch Russland und Persien“

Hamburg und Leipzig-1754

 

Weke tê zanîn, Kerîm Xan, Lekî bû û ji hoza/tîrêja  Zend bû.[1]

 

Dema Nadir Şahê Efşerî şah bû, Kerîm Xanê Zend li Xorasanê General bû. Piştî kuştina Nadir Şah (1747an) vegeriya bajarê bav u bapîrên xwe, ango bajarê Malayer. [2] Bi dehan sal berê gelek Lekî (Lorîyên biçuk) u pir kes ji malbata Kerîm Xan berê bo Xorasanê hatibûn koçberkirin.

veysi-aydin-2.pngKerîm Xan Zend

(1705  Malayer- 1779 Şîraz)

(Ji Wikipedia)

 

 

Kerîm Xan, piştî hinek tifaqên xurt bi hinek serok eşîran, wek Ali Merdan ê Bextîyarî, rîya hinek kesên, ku dixwestin bibin şah girt u nebîyê Nadir Şah wek şahê dahat da naskirin. Temenê nebîye Nadirşah, Îsmalê 3yem,  dora heft salî bu. Kerîm Xan, her çiqas li piranîya împaratorîyê, Kerman, Fars, Luristan, Îraq Ecemî, Azerbeycan u Mazenderan,  serdest bu jî, xwe wek şah nenasand. Xwe wek “wekîl“, ango wekîlê kurekî heft salî bi navkir (!).

Dema mirov bîne ber çav, kî eşîra wî bi jimarek mezin ji hêla Farisan ji welat dur bo Xorasanê hatibun koçkirin, berî çend salan bi hezaran Kurd bi destê serdestên hukumdarên wî welatî hatibun qetlkirin, Kerîm Xan xwe wek wekîl bi navkir…. Ev di nerîna min de safîyek pir mezin e. Heke wê demê Kerîm Xan wek Kurdekî desthilatdarîya Kurdan li wî welatî damezirandiba, dê rewşa Kurdan îro gelekî cuda ba. Lewra wê demê Sefewî, Faris, Efşer, Kaçar, hemuyan bi serketana, hukumranîya xwe wek netewe dimeşandin.

Hinek herêm wek Gurcistan, Seyistan u Xorasan di bin desthilatdarîya Ahmed Şahde bun. Armanca wan hilweşandina serdestîya Kerîm Xan bu. Bona vê gelek êriş dibirin ser gel. Êrmenî gelekî kêmhêz bu. Mirovên di halê xwede, jiyanekî aştîyane di gel cîranên xwe de diborandin.

Her çiqas piranîya Êrmenîyan hejar bûn, qismek di bazirganîde gelek serketî u dewlemend bûn. Ev gelek caran dibu sebeba şelandina wan u bertîlgirtin u xerecgirtinê. Her diçû, rewşa Êrmenîyan dibû. Bihatana kuştin, xizmên wan nikanîbûn dawa sizakirina kujeran û dawa mafên xwe bikin.

Yek ji bajarên niştecîyên Êrmenî têde zêde bun, bajarê Culfa bu. Li Culfa çendîn dêrên Êrmenî jî hebun. Piranîya bazirganên Êrmenî ji vî bajarî bun. Li hemu welatan, ji Çîn, Hind ta Îtalya, Venedîg bazirganî dikirin.

Rewş hewqas tevlihev u êriş u neheqîyên beramber Êrmenîyan bun sebeba koçberîya bi hezaran Êrmenî ji bajarê Culfa u bajarok u gundên din.

 

veysi-aydin-3.png                                               Jineke Ermenî bi dergûşa xwe

Ji pirtuka Dr. P. Müller-Simonis-

“Vom Kaukasus zum Persischen Busen durch Armenien, Kurdistan und Mesopotamien“

1897 – Mainz

 

Ev mîrê Kurd Kerîm Xan dixwest di nav tixubên di bin serdestîya xwe de parêzgarî, ticaret, bazirganî û pişesazîyê pêşbixe.

Kerîm Xan ji zanyarî gelek hezdikir. Lê wî bi xwe, herçend wek leşker general bû jî, nikanîbû bixwîne u binivîse. Li cihê ku jîya u mezin bûbû, gelek Ermenî hebûn. Helwesta wî beramber Ermeniyan dostane bû. Her çiqas misilmanê şîe bu jî, lê ne olpersest bû. Dijayetiya wî beramber mesîhiyan tinebû. Carê kurê xwe yê mezin li gel xwe bir dêrek Êrmenîyan û hevdîtin bi metranê dêrê re kir. Hinek kes dibêjin, vaya bona Ermeniyên li revîyabûn derveyî welêt, qani` bike bo vegerra wan bo Îranê. Lê Kerîm Xan ji ber di zaroktîya xwe de xwedî têkilîyên baş bû li gel Ermeniyên wê demê, helwestek wî beramber Ermenîyan erênî bû.

Kerîm Xan bi taybetî bangek bo Êrmenîyan belav kir. Bi vê bangê Kerîm Xan, daxwaz ji Êrmenîyan kir, dîsa vegerin cih û warên xwe. Kerîm Xan biryar derxist, ku “ew xêzanên (malbatên) vegerin, hê li ser sînor werin qerebûkirin/tazmînkirin u alîkarîya darayî bigrin”.

Li ser vê banga Kerîm Xanê Zend, bi sedan, belkî bi hezaran Êrmenî vegerrîyan cihên xwe.  Êrmenî, ji ber helwesta Kerîm Xan dilsozên wî bun u heta koça wî ya dawî jî her wiha man.

Kerîm Xan bi giştî 29 salan serdestî kir. Nêzî 80ê salîya xwe 1779an li bajarê Şîraz koça dawî kir.

 

Çavkanî: Wilhelm Guthri „Allgemeine Weltgeschichte“ -  Berg 24 – Brünn – 1787

 

Tebînî:

1 - Mixabin çend sal bi şunda, dora sala 1820/1830 40.000 Êrmenî ji zilm u neheqî u komkujîyê revîyan u koçberî Uris, welatên Kafkas u Êrmenîstana îro bun. Dema koç de tuşî gelek êrişan bun. Hinek ji van êrişker Kurd bun. Li ser vê koçberlirina Êrmenîyan hevîdarim, demek nêzîkda gotarek dirêj pêşkêş bikim,

 

[1]     Li ser netewetîya Lekîyan di nav zanyaran nîqaş heye. Hinek kes Lek wek Lurî diheibînin, lê hinekên din wek Kurd. Çavkanîyên Ewrupî, yên min kanî bixwînim, Kerîm Xan u Lek wek parçeyek Kurdan dihesibînin. Divêt ez mukirr werim, kî wê demê zanyarîya zimannasî, netewenasî/etnolojî uyd. Qasî îro pêşneketibun. 

[2]     Malayer bajarekî parêzgeha Hemedanê ye. Weke tê zanîn, Hemedan paytexta îmtaratorîya Med bu. Navê wê yî kevn Ekbatana ye.

Bu yazı toplam 171 defa okunmuştur.
Nivîsên din yên nivîskar