Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Bandora Bûyerên Iraqê û Rewşa Başûrê Kurdistanê!

A+A-

Bingeha Petrola Iraqê li gor lêkolînên zanistî 144 milîyar bermîl e. Ji vê petrolê 45 milîyar li herêma di bin dolivgeriya hikumeta federal a Başûrê Kurdistanê de ye. Piraniyên bingehên petrolê yên Iraqê li başûrê Iraqê ne. Ev herêm jî Basra û derdorên wê ne. Rojane 2 milyon û 600 hezar bermîl petrol ji van deveran derdikeve. Ji %80 petrola Iraqê ji van deveran derdikeve. Basra yekem bendera avê ya Iraqê ye.

Basra dikeve başûrê rojhilata Iraqê. Li kêleka gola Hamar a ku çemê Firat û Dîcleyê digîhîne hev û dibe Şatü'l-Arap. 450 km. dikeve başûrê Rojavayê Bexdayê. Basra, bajarê sêyem ê Iraqe ye. Rawesta herî dawî ya rêya şiva hesin a Bexdayê ye.

Li vê herêmê petrola ku derdikeve bi boriyên petrolê têne pompekirin û diçe bajarokê Fao. Ji wir jî li tankêran bar dibe û dikeve bazara cîhanê. Ev herêm ji hêla çandinî de jî dewlemend e. Birinc, garis, garisê zer, ceh, genim û xurme jî dahatên duyemin in. Piştî petrolê, duyemîn berhema firotina derve xurme ne.

Ji mezhebê şîe yên Îranî re Bajarê Kûm çibe, ji Şîeyên Iraqe re jî Necef ew e. Necef navenda Ayetullah Alî El-Sîstanî ye. Ayetullah Alî El-Sîstanî daxuyanî da ku; piştgiriya xwepêşandanan dike. Ayettullah El-Sîstanî merciyek ji mezheba Şîe a herêmê, ya xwedî hêz e. Di herêma Kerbelayê de xwedî bandor e.

Iraq wek dewlet, bandora xwe wenda kiriye. Ji şerê mezhebî/hizbî re bûye bingeh. Ji xeynî dewleteke yasayî, ji her cûre  berjewendî, aloziyan bigire heta gengeliyan her tişt e.

Piraniyên hêzên artêşa Iraqê di bin bandora partî û hêzên mezhebî de ne. Bandora makezagona federal şikestin xwariye û bêwate maye. Saziyên dewletê li gor berjewendiyên nîjadî, mezhebî û hizbî kar dikin. Divê Federasyona Kurdistan bi ti awayî pişta xwe bi Dewleta Federal a Iraqê ve girê nede û li gor wê hesaban nemeşîne.

Wek ku em dizanin:

Di navbera erka îqtîdarê û aştiya civakî de têkiliya dînamîzmeke mezin heye. Eger hêz û grûbên civakî, li ser vê erkê, di avakirina aşîtiyeke civakî de lihev nekin, îktîdareke xurt dernakeve holê. Ji ber tinebûna parvekirina erka îqtîdarê, civat ji aştiyê dûr dikeve û alozî destpê dike. Bandora yasa û qanûnan şikestinê dixwe û civat bêmakezagoneke hevpar dimîne. Xurt destê xwe dixin qirika qelsan û erk dikeve xizmeta wan. Dahatên dewletê di navbera grûbeke piçûk de tên parvekirin û hêzên derveyî îqtîdarê ji xizmetgûzariya dewletê bêpar dimînin.

Li angora berjewendiyên hevpar, dema ku li derdora makezagonekê, hevpeymaneke hevpar derkeve holê, herkes teslîmî îqtîdarê dibe. Li Iraqê îqtîdarê ev şens wenda kiriye û ne mumkun e ku bi van hêzan bigihêje encameke dewletbûnê.

Di hest û ramanên îslamê de ev prensîbên dewletbûnê, ne li ser esasên erk û dînamîzma hevpar û aştîxwaz; li ser erkên zordariyê dimeşin. Çandeke hevpar, wekhevî û aştîxwaz, ji çanda îslamî dûr e û ev erk, ti caran nehatiye avakirin. Hêzên ku îqtîdar girtine destê xwe, her li hember olên din, miletên din, mezhebên din bi xerabî hatiye bikaranîn. Li cîhana îslamê, her bingeha alozî û şer bûye armanc û jiyaneke aştîxwaz, wekhevî û hevparî derneketiye holê. Ji ber wê jî ji xeynî veqetandinê ti rê nehiştine, ku di bin siya dewleteke demokratîk, aştîxwaz û mafnas de, bi hev re bijîn. Jiyana bi hev re li ser esasên zorê meşiyaye. Ji ber wê jî formula federasyon, otonomî û radestkirina mafê çandî, ti pirsgirêkan çareser nake. Ji ber ku civat bi xwe dûrî hest û çandeke wisa ye. Ne mumkun e ku li Iraqê, sîstema federal derbasî jiyanê bibe. Makezagoneke demokratîk wek a federasyonê li Irake bêwate maye. Sebeb ev bixwe ye.

Pirsgirêkên di navbera Federasyona Kurdistan û Îqtîdara Federal a Iraqe de jî ev pirsgirêk e. Iraqê; ne li gor yasa, qanûn û erkên makezagonê, li gor berjewendiyên mezhebî û bi hewdaneke nîjadperestî tevdegeriya. Çawa Saddam li ser berjewendiyên mezheba Sûne û nîjadiya Erebî erka dewletê bikar anî; hêza şîe ya îqtîdarê jî li ser berjewendiyên şîe, makezagona hevpar binpê kir û erka îqtîdarê li hember Kurdistan bikar anî. Ti problemên di navbera Iraq û Federasyona Kurdistan de çareser nebûn û hîn aloztir bûn. Avakirina makezagona Iraqê li gor riza du miletên sereke Kurd û Ereban hatibû avakirin. Mixabin Dewleta Federal a Iraqê yekalî, ev makezagon binpê kir û îqtîdarek Şîe ava kir. Sûneyên Ereb jî ji derveyî vê erkê man û ketin bin bandora mezheba şîe.

Niha eynî problem di navbera şîe û grûba îqtîdarê de destpê kiriye. Di navbera erka îqtîdarê û aşitiya civakî de têkiliya dînamîzmeke hevpar derb xwariye. Erka îqtîdarê li ser esasên aştîyeke civakî nameşe. Ji ber ku dahatên Iraqê bi destê grûbeke piçûk û hizbî-mezhebî têt talankirin û xizmetguzarî nemaye. Asayîş, aştiya civakî ketiye asta şikestinê. Îqtîdarê giranî û bandora xwe wenda kiriye. Meşrûiyeta xwe wenda kiriye.

Ew herêmên dewlemend niha di nava xîzaniyeke mezin de, bûye wargehên serhildanên dijî dewleta Federal a Iraqê. Roj bi roj xwepêşandanên Başûrê Iraqê geştir dibin. Ji Besra, Mîsan, Kerbela, Necefê bigire, heta Zîqar û Babilê xwepêşandan pêl bi pêl geş dibin. Pêlên xwepêşandanan heta Bexdayê hatine.

Di hedefa xwepêşanderan de wargehên partîia îqtîdarê Partiya El Dewa û partiyên din yên Şîe, balafirgeh, wargehên fermî yên dewletê û asayîşê heye. Di van xwepêşandanan de bi dehan mirî û birîndar hene.

Ji perçebûnê pê ve ti rê li ber Iraqê tune ye. Aktorên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, divê roj berî rojê pirsgirêkên navxwe çareser bikin. Bingeha têkiliyên civakî û dînamîzma îqtîdarê, divê li esasên aşitiyeke civakî, îqtîdareke hevpar û xurt bên avakirin. Bingeha dewletbûnê li ser van esas û berjewendiyan dimeşe. Xurtkirina saziyên dewletê, pêşîlêgirtina berjewendiyên hizbî û dînamîkên din bi xwe ye. Ev dînamîk divê hevûdû qebûl bikin û li ser erka îqtîdarê aşitiyeke millî ava bikin. Berjewendiyên milî yên Kurdistanê ev in ku xwe bigihîne asta dewletê. Encax bi van gavan pêşî li êrîş, alozî û qeyranan têne girtin.

Divê rolê van bûyerên li Iraq û di nav îqtîdara şîe de, li ser Kurdistane roleke erênî bilîze.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin