• Diyarbakır 29 °C
  • Batman 24 °C
  • Hakkari 17 °C
  • Şırnak 22 °C
  • Ağrı 16 °C

Balafirên şerî yên Tirk li rojavayê Kurdistanê li wargehên PYD xist

Balafirên şerî yên Tirk li rojavayê Kurdistanê li wargehên PYD xist
Balafirên şerî yên Tirk li rojavayê Kurdistanê li wargehên PYD xist

Di daxuyanîya Fermandarîya Giştî ya Tirk de dihê diyarkirin ku; "Di encama operasiyonekê hawayî de bi 26 bombeyan 18 wargehên Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) hatine îmhakirin û di navbera 160 û 200 unsûrên PYDyî hatine bêtesîrkirin." Bombebaran di 19ê Cotmeha 2016ê de saet di navbera 21:11-23:59 de û di çerçeweya "Hereketa Mertala Firatê" de çêbûye.

Li gora Rêxistina Mafê Mirovî ya Sûriyeyê ku merkeza wê Londrayê ye di operasyinê de 11 kes jiyana xwe ji dest dane.

Komutanê YPG Mahmud Barkadan ji  Ajansa Associated Press re gotiye di vê operasiyonê de 10 kes jiyana xwe ji dest dane û 20 kes jî birîndar bûne.

Ev wargehên PYD li gundê Umm Haws e ku 30 km dûrê navçeya Azez ya li bakurê bajarê Helebê li Sûrîyeyê ye. Li gor serhijmara 2004ê,3 hezar nifûsa gund hebûye.

Ev nûçe 1052 caran hatiye xwendin
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NÛÇEYÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nûçeyên din
  • Karsazê HDPyî wenda bû20 Tîrmeh 2018 În 00:21
  • Ji Mustafa Özçelîkî bo Bavê Şivan Perwerî sersaxî19 Tîrmeh 2018 Pêncşem 16:17
  • FLAŞ...Li Kerkûkê Tirkmen bi alîkariya Tirkiyeyê xwe çekdar dikin19 Tîrmeh 2018 Pêncşem 16:08
  • Topbarana Îranê didome19 Tîrmeh 2018 Pêncşem 15:49
  • Ji PDK-T bo bavê Şivan Perwerî sersaxî19 Tîrmeh 2018 Pêncşem 13:35
  • Bavê Şivan Perwerî, koça dawî kir19 Tîrmeh 2018 Pêncşem 12:31
  • Li Kerkûkê çend teqîn19 Tîrmeh 2018 Pêncşem 00:04
  • Bê garantor digel Hikûmetê danûstandin nabe18 Tîrmeh 2018 Çarşem 20:03
  • BATMAN/ İHD'yê serdana Batman-PAKê kir18 Tîrmeh 2018 Çarşem 19:16
  • Eger heye ku HSD bibe beşek ji Artêşa Sûriyê18 Tîrmeh 2018 Çarşem 15:28