Azerbaycan û Ermenistan danûstendinê red dikin

Azerbaycan û Ermenistan danûstendinê red dikin

Şerê di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de berdewam dike û berpirsên herdu welatan danûnstendin û agirbesta şer red dikin.

A+A-

Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev di hevpeyvînekê de ligel kanaleke Rûsyayê aşkere kir ew diyalog û danûstendinê red dikin. Herwiha Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşînyan jî di hevpeyvînekê ligel Rûsyayê de aşkere kir heta ku şer û pevçûn berdewam bikin ew bi Azerbaycanê re diyalog û danûstendinê nakin.

Beriya bi çar rojan hêzên Azerbaycanê û Ermenistanê li ser herêma Agorno- Qerebaxê dest bi şer kiribûn û şerê wan bi giranî berdewam dike. Medyayên herdu aliyan jî bangeşeya wê yekê dikin ku derbeyên giran li hevdû dane.

Ligor raport û ajansên navdewletî ji herdu aliyan heta niha 100 kes bûne qurbanî.

Li aliyê din Ermenistan Tirkiyê tohmetbar dike ku alîgiriya Azerbaycanê dike û balafireke Ermenistanê xistiye xwarê. Herwiha çekdarên Sûriyê bo Azerbaycanê veguhestine û li dijî Ermenistanê bikartîne.

Li aliyê din berpirsên Tirkiyê red dikin ku wan beşdarî di şerê Ermenistan û Azerbaycanê de kiriye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin