Aydin: Dixwazin baroyan bêdeng bikin

Aydin: Dixwazin baroyan bêdeng bikin

Aydinî anî ziman ku di Qanûna Parêzertiyê de pêdivî bi hin reforman heye, lê belê ger guherandina qanûnî ya di rojevê de pêk bê wê herî zêde welatî abndorê ji vê yekê bigirin

A+A-

 

Navenda Nûçeyan - Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin anî ziman ku îqtidar ji bo pêdiviyên xwe û astengiyên li pêşiya xwe dixwaze pergala hilbijartinê ya baroyan biguherîne û got, bi teklîfa guherandina Qanûna Parêzertiyê jî dixwaze baroyan bêdeng bike Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, liv û tevgerên hikûmetê yên der barê guherandina pergala hilbijartina baroyan û guherandina Qanûna Parêzertiyê nirxand. 

‘DIXWAZE BAROYAN BÊDENG BIKE' 

 

Aydinî anî ziman ku di Qanûna Parêzertiyê de pêdivî bi hin reforman heye, lê belê ger guherandina qanûnî ya di rojevê de pêk bê wê herî zêde welatî abndorê ji vê yekê bigirin û got: "Çimkî tekane mekanîzmaya ku li dijî ên hêz xistine destê xwe mafê welatiyan diparêzer baro ne. Baro, her sê unsûrên darazê ne; meqama îdiayê, dadgeh û parastina serbixwe. Ji vana meqama îdiayê û dadgehê xwe radestî îqtidarê kirine. Hêla wan a serbixwebûnê û bêalîbûnê nemaye, mafê darizandina adil hatiye binpêkirin. Ên di vê pêvajoyê de raserîbûna darazê diparêzin baro ne. Loma bi vê qanûnê re dixwazin baroyan bêdeng bikin."

 

Aydin ku got "ji hilbijartinên herî demokratîk yek jê jî a baroyan e" got: "Di vî warî de tu gotineke ku îqtidar bibêje tuneye. Çimkî di vî warî de sabiqeya wê qet nebaş e. Heya niha 46 şaredariyên ku bi vîna gel hatine hilbijartin girtine û qeyûm tayinî şûna wan kiriye. Her wiha bi dehan kesên ku tu liyaqateke wan tuneye li hin qademeyan bi cih kiriye. Demekê Azmûna Dadger û Dozgeran ji holê rakir û li ser asasên mulaqatê hin kes kirin dadger û dozger. Îjar ev qas pirsgirêkên welêt hene radibe dibêje em ê baroyan bikin saziyên demokratîk. Ev îronî ye. Ev gotineke polîtîk î nesamîmî ye. Bi vî awayî dixwazin baroyan ji holê rakin." 

 

'BARO HIQÛQÊ HILDIBERÎNIN'

 

Aydin, destnîşan kir ku ji bo daxuyaniya hikûmetê ku gotibû baro nahêlin hiqûqa Tirkiyeyê pêş bikeve jî got: "Baro û parêzer, ji bo hiqûqa Tirkiyeyê bigihê standardên hiqûqa navneteweyî tev digerin. Baro di warê şideta li dijî jinê, têkoşîna li dijî îşkenceyê, mafê heywan, derdor û zarokan de ji bo îqtidar li gor pîvanên hiqûqa gerdûnî tev bigere hewl didin. Em, ji bo mewzûat bigihê standardên navneteweyî dxebitin. Baro hiqûqê hildiberînin, pêşî li ber vedikin."

 

MA / Aydin Atay

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin