Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Avakirina "Mala Kurd" û Rojavayê Kurdistan!

A+A-

Li Rojavayê Kurdistan, pirsgirêkên di navbera PYD/YPG " û hêzên mûhalefet a kurd de her ku diçe Kûr dibin û bingeha alozîyên navbera siyaseta Kurd li vî beşê Kurdistan, bi destê siyaseta totalîter, ezezî, ji rûhê netewî bidûr û berjewendîyên partîzanî; berjewendîyên Kurd û Kurdistan, birînan dixwe û dikeve xeterîyê.

Bi navê Hêzên "Ewlekarîya Rojava" ku bi PYD ve girêdayîne, çek di destê wan de û li gor ideolojîya xwe; qanûn, nîzaman datînin, bê ku muhalefeta xwe jî bikin hevpar. Her kesên ku ne bi wan re ne, li dijî wan; vê sîstema xwe bikar tînin. Revandin, asoqe, girtin,îşkence, hepiskirin û qedexe kirin dane ber xwe û dimeşîn in.

Berî bi çend rojan, grûpeke çekdar li Amûdê bi tirimbêlek rengê spî, ji nêzîk mal, serokê ENKS yê Amûdê Yunus Eseed revandin, îşkencekirin û avêtin ser riya Dirbêsîyê. Ev ne cara yekem e ku em van xeberên bi vî haweyî dibihîzin. Keç û Xortên kurdan ji dibistanan digirin û bê riza wan, wan dibin perwerdeya leşkerî.

Ew xortên ku dikevin destê "Hêzên Ewlekarîya Rojava", berî her tiştî wan mecbûr dikin ku bibin endamê wan û ji bona wan bixebitin.. Lê ji hêla din ve kurdên ku ne ji wan in û ne wek wan in; dikevin bin asaqa, tên girtin, tên kujtin û tên îşkence kirin! Çek di destên wan de, li henber DAİŞ di şer de, îddia dikin ku muhalefet, ewlekarîya herêmê bi çalakî, meş û xwepêşandanan "dikeve bin alozîyan"! Vê dikin sebeb û van çalakîyan qedexe dikin.

Dema ku partîyek bi riya hêzên xwe yên leşkeri; hêzbûna xwe ji hêza çekên destê xwe û ji kirinên xwe bigirire û hebûna terorê bike sebeb û êrîş bike ser xwepêşandanan, ev tê wateya bikaranîna zordarîyê lihenber kesên ne ji wan! Yên ku van çalakîyên medenî organîze dikin tên girtin, tên revandin û dikevin bin tometan. Dibêjin "em berpirsiyarê ewlekarîya herîmê ne. Bê izna me em nahêlin tu kes li vir çalakîyan li darxe"(!) Ma ev ne mejûyê totalîterîzmê ye ku dijraberîya pirrengîya siyaset a Kurd dike? Yên ku girtin, kujtin û revandinan li herêmê dikin û dibin sebebê metirsîyek mezin di nav girsê de kî ne?

Çima PYD nêzî avakirina mala Kurd nabe û astengan derdixe? Eger ev bûyer li herêmê ne bi destên hêzên ewlekarî ya wan tên kirin; -ew ewlekarîya ku "ji xwe razî"-, çima hesabên van kirinan nade netewa Kurd û xwe nayne nav hesabdanê? Eger ew berirsiyarên ewlekarîya herêmê ne, bi wan trimbêlên spî, ew kesên ku wan siyasetmedarên Kurd direvînin, îşkence dikin û hepis dikin kîne?

Ji hêla din ve rê li siyaseta pirdengîyê girtine, ji dervê xwe nahêlin ku ti siyasetên Kurd li herêmê, karên siyasî bikin. Berjewendîyên grûbî xistine pêşiya berjewendîyên Kurd û Kurdistanî û ji dilva avakirina "Mala Kurd", totalîterîzm a xwe ava dikin! Ji dervê xwe, nahêlin ku ti hêzên şervan derkevin û di pêşeroja Rojavayê Kurdistan de rola xwe bilîzin. Dibêjin "kî hewldanek wusa bike, divê şerrê birakujî bide ber çavê xwe!"

Ew sebeb, heldana şerê birakujî bi xwe ye! *Nahêlin ku hêzên "Pêşmergên Roj" -ku hêza wan nêzî 7 hezar şervan e- di parastina Rojavayê Kurdistan de rola xwe bilîzin! Hin yek îdeolojî, yek partî û yek hêz a leşkerî li ser hemû hêz, rêxistin û partîyên Rojavayê Kurdistan ferz dikin û hin jî wan dixin nav metirsîyek mezin, pêşîya wan digirin û dibin sebebê valabûna herêmê ji Kurdan. Ji alîyê din ve bi hêzên Ereban re (li ser navê Kurdan bi tena serê xwe cîh digirin û bi navê 'Yekîtîya Demokratîk a Sûrîye' rêkevtinan ava dikin, bê ku bi hêzên din yên Kurdan re bişêwirin û riza wan bigirin! Ji hêzek Kurd re karê serete; avakirina "Suriyek demokratîk û yekgirtî" ye, an avakirina "Mala Kurd" bi xwe ye?

Rêveberên TEV-DEM, PYD û YPG, dema ku sebebên van asaqan tînin ziman, dibêjin; "li herêmê tehlûka terorê heye, ev quweta wan tuneye ku xwe biparêzin. Em şer dikin û ew tiştekî nakin, nabin ku em bihêlin ew xwepêşandanan bikin(!)" Hin rê li hewldanên hevpar digirin, hin rêxistinêk Kurd ji dervê wan bi çek qedexe dikin û hin jî bahsa "parastin"ê dikin. Ev ne xwestinek rewa ye. Dijminatîya herî mezin ji Kurd û Kurdistan re ewe ku; berjewendîyên rêxistinî, hizbî derkevin pêşiya berjewendîyên Kurd û Kurdistan û nirxên Kurderwerî, niştimanerwerî bên birîn kirin. Ev malxerabîye ku me piçûk û dike lîstoka dijminan.

01.06.2016
 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin