Artêşa Tirkiyê bargehên YPGê dide ber topan

Artêşa Tirkiyê bargehên YPGê dide ber topan

Rewangehê da zanîn, di encamê de çekdarek hat kuştin û hejmarek din jî birîndar bûn û kuştî û birîndar ji aliyê YPGê jî hene.

A+A-

Li devera Şehbayê li bakurê Helebê şer di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve ne de derket û artêşa Tirkiyê binkeyên YPGê li devera Şehbayê topbaran kirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, şervanên YPGê hewl dan li bajarokê Merenazê li rojhilatê Efrînê bipêş bikevin, lê rûbirûyî grûpên çekdar bûn û şer di navbera wan de derket.

Rewangehê da zanîn, di encamê de çekdarek hat kuştin û hejmarek din jî birîndar bûn û kuştî û birîndar ji aliyê YPGê jî hene.

Li gor Rewangehê, piştî wî şerî, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar bi topan binkeyên YPGê li Merenaz, Malkiye, Elqemiye, Şiwarxe û derdora Til Rifatê topbaran kirin.

Devera Şehbayê dikeve bakurê Helebê û rojhilatê Efrînê û ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, zêdetir ji 200 hezar derbiderên Efrînê lê bicih dibin.

Her car jî şer di navbera grûpên çekdar û YPGê de li wê herêmê derdikeve û gelek caran jî artêşa Tirkiyê wê navçeyê topbaran dike û xelkê sivîl dibin qurbanî.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin