Hewlêr hewl dide mafên Pêşmerge ji Bexdayê wergire

Hewlêr hewl dide mafên Pêşmerge ji Bexdayê wergire

Hikumeta Herêma Kurdistanê dixwaze di derbarê maf û îmtiyazên Pêşmergeyan de demeke zû danûstandinan li gel Bexdayê bike.

A+A-

Hikumeta Herêma Kurdistanê dixwaze zû danûstandinan li gel Bexdayê bike derbarê maf û îmtiyazên Pêşmerge.

Di hevpeyvînekê de bo Kurdistan24, Cotîyar Adil, gotebêjê hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand: Hewlêr dixwaze ji niha û paşve, Pêşmerge pişkek be ji sîstema berevanîya Îraqê. Got jî: Hevdem li  danûstandinên me li gel Bexdayê, tevaya bernameya hikumetê bo rêxistin û çaksazîyê di nav hêza Pêşmerge de cîbicî dikîn.

Piştî şerê Daişê , Emerîka , Elmanîya û Birîtanîya bi hevpişkî li gel wezareta Pêşmerge, pirojeyeke 35 xalî bo çaksazîyê û yekkirina hêzên Pêşmerge pêşkeşkirin. Li ser vê yekê jî Hejar Ûmer rêveberê peywendî û hevahengîyan li wezareta Pêşmerge dibêje: Ew piroje dem dirêje.

Herçende pirsa Pêşmerge û hêzên çekdar yeke ji mijarên hestîyar û helpisartî di navbera hikuemta Herêma Kurdistanê û Îraqê, lê niha hewlêr gehiştîye wê bawerîyê ku bihêzkirina hêza Pêşmerge ji bilî Hewlêr divê Bexda jî alîkar be.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin