Antoney Blinken: Amerîka li cîhanê aştiyê dixwaze

Antoney Blinken: Amerîka li cîhanê aştiyê dixwaze

.

A+A-

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken da xuyakirin ku ew daxwaza aştiyê li cîhanê dikin.

Blînken diyar kir ku ew pabendî parastina binemayên mafê mirov in li cîhanê,  wê lêkolînê li ser binpêkariyên ku li Sûriyê û Koreya Bakur jî têne kirin bikin.

Wezîrê derve Dê Amerîka Antony Blinken dibêje “Em bi berdewamî ji bo Venezuela, Nîkaraguay, Kûba û Îranê daxwaza aşitiyê dikin.

Blinken ji bo Serkirdeyê opozisyona Rûsyayê Alexey Navalny bang li Rûsyayê kir û got “em bangê li Hikûmeta Rûsya yê dikin bê merc û bi lez Alexey Navalny û bi sedan welatiyên din yên Rûsî ku ji ber ku daxwaza mafên xwe kirine hatine girtin serbest bên berdan.

Ji bo çareseriya pirsirêkên cîhanê blinken ragihand “Em daxwazê ji Encûmenê dikin ku çareseriya pirsgirêkên Cîhanê yên wek binpêkirina mafên mirovan li sûriyê, Koreya Bakur û li Srîlankayê tên kirin bike. Herwiha lêkolînê  derbarê rewşa Başûrê Sûdanê de bike. Amerîka pabend dimîne bi parastina Cîhanê û bi hêzkirina mafên mirovan”. 

Serkirdeyê opozisyona Rûsyayê Alexei Navalny piştî pênc mehan îro ji Berlînê vegeriya Moskowê û dema ku gihişte balafirxaneya Moskowê, ji aliyê hêzên emnî yên Rûsyayê ve hate desteserkirin.

Navalny bi wê yekê tê naskirin, ku rexneyên tund li siyasetên Serokê Rûsyayê Vladimir Putin digire. Di dema vegera ji Almanyayê bo Rûsyayê de, Navalny ji rojnamevanan re ragihand, ku ew ji desteserkirin û girtinê natirse û got, “ez bêtawan im.”

Serkirdeyê opozisyona Rûsyayê Alexei Navalny di meha Tebaxa 2020an de hatibû jehrîkirin û piştî wê yekê bo Berlînê hatibû veguhastin û ji hingê ve heya niha li Almanyayê dihat dermankirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin