Serdar Roşan

Serdar Roşan

nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

ANNA KARENÎNA

A+A-

1

Malbatên bextewar dişibin hev, lê malbateke bedbext hertimî bi awayekî xwe î xisûsî bedbext e.

Li mala Oblonskî rewş xirab bû. Jina Oblonskî ji mêrê xwe re gotibû ew nema karin bi hev re bijîn, ew pêhesiyabû ku têkiliyên mêrê wê, bi dizî, bi murebîyeya wan ya berê, ya firensî re, hebûn. Sê rojên dawî rewş ev bû: Jinikê cefayeke mezin him dida mêrê xwe, him dida kesên din yên malbatê, him jî dida derûdorê. Pêwendiyên nav malbatê qut bûbûn, mîna kesên ku li xanekê rastî hev hatibin, wisa ji hev sar bûn. Xatûn ji odeya xwe dernediket derve, ev sê roj bûn mêrê wê li malê nedima. Zarok li nav malê bi serê xwe dibeziyan.

Xizmetkara îngîlîz bi jinika nazir re pevçûbû û ji hevaleke xwe re name nivisîbû ku jê re karekî nû peyde bike. Xwarinpêj tam di saeta xwarinê de lêxistibû çûbû. Jinika xizmetkar û erebeajo daxwaza heqê xwe, hesabên xwe dikirin.

Kurmîr Stepan Arkadyevîç Oblonskî, li ba sosyeteyê navê wî Stîva bû, piştî sê rojan, di eynî saetê de, ne li odeya jina xwe, lê li odeya xwe ya xebatê, li ser sedira manoken ji xewê şiyar bû. Mîna ku bixwaze cardin di xewê re here û demeke dirêj rakeve, bedena xwe ya givaştî li ser ristên sedirê ji hêlek ber bi hêla din qulapt. Çengê xwe li balîfê pêça û rûyê xwe bi xurtî bi balîfê ve şidand; paşê ji nişkê ve ji cîhê xwe hilpekiya, rabû li ser sedirê rûnişt, çavên xwe vekirin.

Hewl dida ku xewna xwe bi bîr bîne: "Belê, belê çawa bû?" da aqilê xwe. "Belê, ka bise çawa bû? Li Darmstadê Alabîn şîv dida. Naa, ne Darmstad, bajarekî Emerîkî bû. Temam, goya Darmstad li Emerîka bû. Belê. Alabîn li ser maseyên ji cam şîv dida, maseyan stran digotin! Il mio tesero... na, na, ne Il mio tesero bû, straneke din, yeke xweş bû. Û surahiyên piçûk hebûn, qaşo ev jin bûn..."

Bîbikên çavên Stepan Arkadyevîç bi kêfxweşî biriqîn. Bi bişirîn fikirî: "Belê, xewneke xweş, pir xweş bû. Li wir hîn gelek tiştên din yên xweş jî hebûn, gava mirov şiyar e, mirov nikare bi gotinan çêl bike, nikare lê bifikire jî.." Gava wî çirûskên ronahiyê dîtin ku ji ber perdeyekê didan hundir, bi kêfxweşî lingên xwe ji ser sedirê berdan xwar. Bi lêgerîna pêyan, şimikên xwe (diyariya sala berê ya rojbûyînê) yên ji çerm dîtin; ku jina wî bi zêr neqişandibûn. Li odeya razanê bi hînbûna neh salan bêî ku rabe ser pêyan, destê xwe dirêjî cîhê ropdoşambrayê xwe kir. Wê gavê hat bîra wî ku ji bo çi li odeya xebatê razabû û ne li ba jina xwe. Bişirîna li ser lêvan winda bû û eniya wî qermiçî.

Bûyer hatin bîra wî: "Ax, ax, ax! ax!" got. Pevçûna bi jina xwî re bi hûrgilî giş hat ber çavên wî. Li neçariya rewşê û neheqiya xwe, ya xirab jî ev bû, fikirî.

Di dilê xwe de "belê" got. "Ew min efû nake, dê neke. Ya herî xirab jî digel ku bi temamî sûcê min e jî, ez bê sûc im. Ya li ber dikevim ev e..." Ew dema pevçûnê ya giran û xemgîn hat bîra wî; bi xemgînî milmilî "Ax, ax, ax!" got.

Ya herî nexweş jî ew lehzeya ewil bû: Ji tiyatroyê vedigeriya, kêfxweş û di destê wî de hirmiyeke mezin ji bo jina wî hebû. Jina wî ne li eywanê bû. Gava ew li odeya wê nedîtibû pir şaş mabû lê paşê ew li odeya razanê dîtibû. Ew nameya bêyom di destê wê de bû, ya ku bûbû sebebê eşkerekirina hertiştî.
Bi xemgînî ji xwe re dimilmiland: "Baş e, divê ez çi bikim? Ez çi bikim?" Lê nizanibû çi bike.

L. Tolstoy

Kurdî: Serdar Roşan

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin