Amnesty Rûsyayê bi pêkanîna tawanên cengê li Ukraynayê sûcdar dike

Amnesty Rûsyayê bi pêkanîna tawanên cengê li Ukraynayê sûcdar dike

.

A+A-

Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty): Rûsya di êrîşên li ser Kharkiv de gelek bombeyên qedexekirî bikar anîne.

Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty) Rûsya bi tawanên şer li Ukraynayê tawanbar kir û got ku Rûsya di êrîşên li ser Kharkiv de gelek bombeyên qedexekirî bikar anîne û bi sedan sivîl kuştine.

Amnesty îro Duşemê di raportekê de li ser duyemîn bajarê mezin ê Ukraynayê got: “Di Bbombebarana berdewam a bêserûber de li ser taxên sivîlan li Kharkiv, bi sedan sivîl hatine kuştin û birîndarkirin û bi vî awayî jî, ev tawanên cengê ne.”

Amnesty got, li Kharkivê belge ketine destê wê ku bombeyên 9N210 û 9N235 û mayînên din yên qedexekirî bi berdewamî ji aliyê Rûsyayê ve hatine bikaranîn.

Rapora bi navê “Her Mirovek Dikare Her Dem Bimire" eşkere dike ku çawa hêzên Rûsî ji roja yekem a dagirkirinê ve di 24ê Sibatê de dest bi aramnckirina deverên sivîlan li Kharkiv kiriye û çawa bombebaranên giran a du mehan berdewam e, bajarê 1.5 mîlyon kes lê dijîn wêran kiriye.

Şêwirmenda Bersiva Qeyranê ya Bilind li Amnesty Donatella Rovera got: “Mirov li malên xwe, li kolanan, li stadyuman, li goristanan, li pêş dukan û dermanxaneyan û dema rawestandina di sireyên wergirtina alîkariyên mirovî de hatin kuştin.”

Ji aliyê ve, Rêveberiya Leşkerî ya li Kharkiv ji Rêxistina Lêborîna Navdewletî re ragihand, ji destpêka şer û vir ve li herêmê 606 sivîl hatine kuştin û 1248 sivîl birîndar bûne.

Rûsya û Ukrayna ne aliyên peymanên navneteweyî yên qedexekirina bombeyên (Cluster) û mayînên dij mirovan in. Lê belê Rêxistina Lêborîna Navdewletî tekez kir dike “yasayên mirovî yên navdewletî bikaranîna çekên bêserûber” qedexe dike.

Dadweriya Ukraynayê jî ji destpêka êrîşa Rûsyayê ve zêdetirî 12 hezar lêkolînên li ser tawanên cengê yên li wî welatî vekirine.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin