Amerîkayê ji ber S-400ê nerazîbûna xwe li hemberî Tirkiyê nîşan da

Amerîkayê ji ber S-400ê nerazîbûna xwe li hemberî Tirkiyê nîşan da

Amerîka li hember cerabianinda sîstema berevaniya S-400 de a Rûsî ji aliyê tirkiyê ve, helwesteke tund nîşan da.

A+A-

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Morgan Ortagus ragihand ku wan bi zelalî ji berpirsên Tirkiyê re ragihandiye ku nabe ev mûşek têkevin warê bikaranînê de.

 Morgan Ortagus ragihand ku Waşinton ji berpirsên Tirkiyê re gotiye kirîna çekîm pêşketî yên Rûsî bi taybet mûşekên S-400 nayê qebûlkirin, nabe werin bikaranîn.

Ortagus dibêje di hemna demê de, me di derbarê bandora nerînî ya bikaranîna wê sîstemê li ser pirsên ewlekariya navbera Amerêka û Tirkiyê de hişyarî daye û got: “Eger cerabinadina wê mûşekê were pirştrastkirin ew kiryar weke binpêkirina pabendiya Tirkiyê bi rêkarên NATO û herweha binpêkriina alîkariyên stratejîk li gel Ameîrkayê ye, em dê bi tundî şermezar bikin.”

Serokê Şaredariya Sînopê Ugur Giresun videoya ceribandina mûşekên S-400 yên Rûsî li ser hesabê xwe yê medyay civakî belav kir ku li nêzîkî bajarê Sînopê ew ceribandin hate kirin.

Li gora zanyariyan îro nêzîkî bajarê Sînopê yê Tirkiyê S-400 hatin ceribandin.

Tirkiyê li navçeya Sînopê Navtex ragihandiye û gotiye rojên 16-17 mehê ew dever ji bo teqînên perwerdeyî hatiye girtin. Ev yek jî bû sedema belavbûna nûçeyên li ser ceribandina sîstema S-400.

Bi heman rengî hişyarî û agahî ji bo hêzên asmanî jî çûye ku wê asmanê deverê rojên 16-17 mehê girtî be.

Tirkiyê sala 2017an peymana kirîna S-400an li gel Rûsyayê îmze kir. Beşê yekemîn bi buhayê 2,5 milyar dolaran par gihîşte Tirkiyê. Beriya niha testa radarê ji wan re hatiye kirin, lê heta niha bi temamî li hemberî hatina mûşekan nehatine ceribandin.

Tê gotin ku wê ceribandina sîstema S-400 nakokiyên di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de derbasî qonaxeke din bike û wê NATO jî vê yekê bi asanî qebûl neke.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin