Amerîkayê baskê DAIŞ û Îxwana Misirê xist lîsteya terorê   

Amerîkayê baskê DAIŞ û Îxwana Misirê xist lîsteya terorê  

.

A+A-

Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê ragihand ku wan baskên rêxistina terorîst DAIŞê yên li çoltera Sîna ya Misirê Ensar Beytul-Meqdis û tevgera Hesim a Îxwanî xist lîsteya terorê ya cîhanî.

Wezaretê xezîneya Amerîkayê da xuyakirin ku damezrînerê Hesmê Ela’ El-Semahî û serkirdeyekî din ê tevgerê yê bi navê Yehya Mûsa ku herdu jî niha li Tirkiyê ne, dikevin lîsteya terorê.

Tevgera Hesim sala 2014an li Misirê hatiye ragihandin ku heta niha gelek kuştin û êrîşê dijî polîsan jî girtine ser xwe.

Wezareta Navxwe ya Misirê diyar kir ku tevgera Hesim berpirsyara teqîna erebeyeke bombebarkirî li Qahîrayê ye ku Tebaxa 2019an pêk hatibû û 20 kes tê de hatibûn kuştin.

Herwiha Tevgera Hesim bixwe girêdayî Tevgera Îxwanan e û li gelek parêzgehên Misirê çalak e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin