Amerîkayê Balyozê Îranê yê li Bexdayê xist nav lîsteya cezayan

Amerîkayê Balyozê Îranê yê li Bexdayê xist nav lîsteya cezayan

Amerîkayê Balyozê Îranê yê li Bexdayê xist nav lîsteya cezayan

A+A-

Amerîkayê ceza da Balyozê Îranê yê li Iraqê û da zanîn, armanca parastina xelkê Iraqê ji bandorên xerab ên Supaya Quds a Supaya Pasdaran a Îranê ye.

Wezareta Derve ya Amerîkayê diyar kir, di çend salên borî de rejîma Îranê û Supaya Quds a Supaya Pasdaran, bi awayekî xerab sûd ji Iraqê wergirt, ji bo berjewendiyên xwe pêş ve bixin li ser hesabê xelkê Iraqê.

Li gor daxuyaniyê, Supaya Quds amraza herî sereke ya Îranê ye ji bo têkdana istiqrara navçeyê û pêngavên Supaya Quds jî ji bo lawazkirina asayîş, serwerî û xweşguzeraniya Iraqê berdewam in.

Wezareta Derve ya Amerîkayê destnîşan kir, Washington gaveke din ji bo parastina xelkê Iraqê ji bandorên xerab ên Supaya Quds a Supaya Pasdaran avêt, ew yek jî bi rêya cezakirina generalê bilind ê Supaya Quds li Iraqê, Îrec Mescidî ku di heman demê de Balyozê Amerîkayê ye li Iraqê.

Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê, Mescidî di dema salên borî de, alîkar bûye ji bo arastekirina karên Supaya Quds li Iraqê, rahênan bi komên milîs li Iraqê û Sûriyê kiriye û sûd ji pêgeha xwe ya dîplomatîk wergirtiye û asankarî bo miameleyên mezin ên darayî bo Supaya Qudsê kiriye.

Di heman daxuyaniyê de tê diyarkirin, Îrec Mescidî di dema çend salên borî de, serperiştiya programa rahênan û piştevaniya komên çekdar û milîsên li Iraqê kiriye, Hikûmeta Iraqê lawaz kiriye û tayifgerî zêde kiriye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin