Amerîka: Leşkerên me li Sûriyê ne û piştgiriya HSDê dikin

Amerîka: Leşkerên me li Sûriyê ne û piştgiriya HSDê dikin

.

A+A-

Dîrektorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî John Kirby di brîfînga xwe ya rojane ya çapemeniyê de li ser siyaseta derve ya Amerîkayê daxuyanî da.

John Kirby di daxuyaniya xwe de dubare kir, mafê Tirkiyê ye ku li hember gefa terorê xwe biparêze, lê divê ev yek zerarê nede şerê li dijî DAIŞê.

Kirby da zanîn, wan piştgirî nedaye lêpirsîna derbarê teqîna li Stenbolê û wiha dewam kir: "Em niha ne di wê pozîsyonê de ne ku bi zelalî bibêjin kî berpirsyarê vê êrîşê ye. Wê demê me ev tundî şermezar kir û em şermezar dikin."

"Mafê Tirkiyeyê heye ku li hemberî êrîşan xwe û welatiyên xwe biparêze. Di heman demê de em dixwazin ku rageşiya li herêmê were kêmkirin û bi taybetî jî em naxwazin kiryarên ku bibe sedema mirina zêde ya sivîlan berdewam bikin." Em di şerê li dijî DAIŞê de bi hevkarên xwe yên Sûriyê re kar dikin, DAIŞ li Iraq û Sûriyê metirsiyeke derbasdar e û berdewam e.”

"Em naxwazin çalakiyek ku jiyana Amerîkîyan bixe xeterê bibînin"

Kirby di bersiva pirsa "Gelo hûn çiraya kesk didin operasyona Erdogan a Sûriyeyê ya ku dibêjin mafê Tirkiyeyê ye ku xwe biparêze?" da û got:

"Tirkiye rastî êrîşên terorîstî hatin. Lê em naxwazin çalakiyek ku bibe sedema mirina zêdetir, mirina bêtir bêguneh, zerarê bide xebatên me yên şerê li dijî DAIŞê bi taybetî li hundirê Sûriyê. Li Sûriyê leşkerên me yên li dijî DAIŞê şer dikin hene." Herwiha got: "Em naxwazin li Sûriyê kiryareke Tirkiyê yan jî welatekî din ku jiyana Amerîkîyan bixe metirsiyê bibînin. Leşkerên Amerîkî li vir li qadan in û piştgiriyê didin HSDê."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin