Amerîka ji WHOyê derket!

Amerîka ji WHOyê derket!

Hikûmeta Amerîka ragihand ku Amerîka bi fermî ji Rêxistina Tendirustîya Cîhanî (WHO) vekişîyaye.

A+A-

Berpirsekî pilebilind yê Amerîka ragihand, Amerîka ji WHO vekişîyaye û haya sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî jî pê heye.

Çavkanîyekî ji Netewên Yekgirtî ji kanala CNN a Amerîkî re ragihandîye, “nameya vekişîna Amerîka ji Rêxistina Tendirustîya Cîhanî gelek kurt e û nêzîkî sê xetan e.”

Ji destpêka belavbûna vîrusa koronayê li Amerîkayê, hikûmeta Amerîka bi tundî karê Rêkixstina Tendirûstîya Cîhanî rexne dikir. Rêveberîya Koşka Spî herwiha ew rêxistina cîhanî bi veşartina zanîyarîyên taybet bi derketin û belavûna vîrusa koronayê li Çînê tometbar dikir.

Di naverasta meha Nîsan îsal de, Serokê Amerîkayê alîkarîyên darayî yên ji bo WHO dabû rawestandin.

Bi vekişîna Amerîkayê re, êdî Rêkxistina Tendirustîya Cîhanî zêdetirî 500 milyon dolar alîkarîyên salane ji dest dide.

Serokê Amerîkayê di destpêka meha Gulanê de nîyeta xwe bo vekişîna ji WHO aşkere kiribû.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin