Amerîka ji Îranê re got: Wê qiyamet rabe

Amerîka ji Îranê re got: Wê qiyamet rabe

Piştî ku Ayetullah Hamaneyî daxwaza hevdîtinê ya Emerîkayê red kir agirê di nav herdu welatan de gur bû. Şêwirmendê Serokê Amerîka yê Ewlehiya Neteweyî John Bolton Îran bi tundî hişyar kir.

A+A-

Di komcivîneke li New Yorkê de, Bolton ji Îranê re got heke hûn zirarên bidin hevalbend û hemwelatiyên me, ew ê qiyamet rabe.

Bolton anî zimên "Ev rejîma ku mirinê dibarînin û peyrewên wan, heke helwestên xwe neguherînin, ew dizanin. Ev peyama min pir zelal e, em we dişopînin!" 

Li aliyekî din Wezîrê Derve yê Emerîkayê Mike Pompeo jî, li ser plana avakirina mekanîzmayeke nû ya welatên ku aliyên peymannameya Nukleerî ya bo berdewamiya danûstandina bazirganî digel rejîma Tehranê, got 'Ev xeteretirîn pengava li dijî aştî û biratiya herêmî û navneteweyî ye.'

Roja yekşemê di kanala Fox Newsê de, Pompeo, daxwaza hevdîtineke  bo Îranê kiribû ku yan ew bixwe yan jî Trumpî bi wan re bicive. Îranê jî ev daxwaz red kir û li ser êrîşa Ehwazê Emerîkayê sûcdar kir.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin