Emerika dixwaze Qasim Silêmanî bike armanc

Emerika dixwaze Qasim Silêmanî bike armanc

Şanderê Amerîka ji bo karûbarên Îranê Brayan Hok, îro ragihand, ku fermandarê Feyleqa Qudsê ya ser bi Supaya Pasdaran a Îranê ve Qasim Silêmanî, li Iraqê 10 hezar çekdar amade kiriye, da ku êrîşî ser armanc û berjewendiyên Amerîka bikin.

A+A-

Brayan Hok di kongirekî rojnamevanî de got: Îran kar li ser belavkirina tevliheviyê li navçeyê dike, pêwîst e rê li ber Taranê bê girtin, daku weke Lubnan li Sûrya û Iraq û Yemenê neke.

Herwiha got: Bizavên qunaxên dahatî yên Amerîka ji bo wê yekê ne, ku em destê xwe bigehînin Qasim Silêmanî û em wî armanc bikin, ji ber ku 10 hezar çekdar ji mîlîşyayên Şî`e li Iraqê amade kiriye, daku êrîşî berjewendiyên Amerîka bike.

Hok got: Hebûna 2500 çekdarên Îranî bi tenê li Sûrya û 10 hezar çekdarên din yên taifî û piştevaniya Îran ji Hûsiyan re, daku Siûdiyê mûşekbaran bikin, ji Amerîka re cihê gefê ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin