Amerîka hewl dide cezayên NYê li ser Îranê bisepîne

Amerîka hewl dide cezayên NYê li ser Îranê bisepîne

Hikûmeta Amerîkayê bi niyaz e tevahiya wan cezayan bi ser îranê de bisepîne, ku berî rêkeftina etomî ya sala 2015ê hatibûn sepandin, îro dixwaze bi rêya Neteweyên Yekbûyî wan  bisepîne.Yek ji wan cezayan qedexeya firotina çekane bo îranê.

A+A-

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo diyar kir, “Herwiha derfeta me hebû ligel wezîrê derve yê Brîtanyayê sebaret bi helwêsta Amerîkayê biaxivin, bo retkirina rêdanê bi komara islamî ya îranê di roja 19ê meha 10an ya îsal de, ku çek û teqemenî negihênê. Em li Neteweyên Yekbûyî vedigerin bi mebesta sepandina cezayan bo ser îranê, heta qedexeya firotina çekan bo îranê her berdewam be.”

Daku Amerîka di sepandina cezayan de serkeftî be, pêwîst e ev yek bi piştîvaniya welatên din ên Civata Ewlekariyê be, ji wan jî Brîtanya ku zû pişta Amerîkayê girt.

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Dominec Rob got, “Em hevbeşê dilgiraniyên Amerîkayê ne derbarê îranê û gefên wê, çi di warê etomî ya di warê necîhgîrkirina aramiya navçeyê. Helwêsta Brîtanya di asta rêkeftina etomî de zelal e, lê me herdem pêşwazî li helwêstên Amerîkayê kiriye bo berfirehkirina rêkeftinê heta em bigihên rêkeftineke giştî.”

Donald Trump di çarçoveya kampeyna hilbijartina serokayetiyê de, soz da ku derbarê îranê dê ligel îranê bigihê rêkeftinê, lê dibêje ew rêkeftin girêdayî bi serkeftinê ye di hilbijartinan de.

Serokê Amerîkayê Donald Trump dibêje, “Lê niha, ez ji we re dibêjim, eger em di hilbijartinan de biserketin, di hefteya yekem de îran peywendiyê ligel me dike, ewê xwe bikujin heta rêkeftinê ligel me bikin. Berhema navxwe ya welatê wan bi rêjeya ji sedî 27 daketiye, û ji niha û bi şûnde pere jibo kiryarên terorîstan li ba wan nînin, bi rastî tişta ku çêdibe tiştekî ecêbe, hûn dibînin çi çêdibe?”

Trump bi niyaz e pêngaveke cidîtir bavêje û fermaneke serokayetiyê derxîne û cezaya hemû wan welatan bike, ku biryara qedexeya firotina çekan bo îranê binpê dikin û ceza jî bêbeşkirina wan welatan e di bazarganîkirina li gel Amerîkayê.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin