Amerîka: Divê Tirkiye dev ji mûşekên S-400 berde

Amerîka: Divê Tirkiye dev ji mûşekên S-400 berde

.

A+A-

 Jake Sullivan, Şêwirmendê Asayişa Niştîmanî ya Amerîkayê di peywnediyeke telefonî ya li gel Ibrahîm Kalin, Berdevkê Serokatiya Tirkiyê careke din dilgiraniya Washingtonê ji kirîna sîstema mûşekî ya S-400 a Rûsî ji aliyê Tirkiyê ve anî ziman û ragihand, ew yek hevpeymaniya NATO lawaz dike.

Şêwirmendê Asayişa Niştîmanî ya Amerîka Jake Sullivan û Berdevkê Serokatiya Tirkiyê Ibrahîm Kalin şeva bihorî 2ê Çileya 2021 peywnediyeke telefonî encam dan.

Ji dema destbikarbûna îdareya Joe Biden, ev dibe yekemîn peywendiya fermî di navbera hikûmeta Tirkiyê û îdareya nû ya Koşka Spî de.

Koşka Spî piştî civînê di daxuyaniyekê de naveroka vê peywendiya telefonî aşkere kiriye û ragihandiye, Şêwirmendê Asayişa Niştîmanî ya Amerîkayê tekez kiriye ku Rêveberiya Biden dixwaze peywendiyên baş di navbera Amerîka û Tirkiyê de ava bike.

Jake Sullivan diyar kiriye, ew dixwazin warên alîkariyê di navbera Washington-Enqerê de berfireh bikin û pirsgirêkên ku di navbera wan de hene bi wayekî baş çareser bikin û birêve bibin.

Jake Sullivan herwiha ji Kalin re gotiye, Rêveberiya Amerîkayê dixwaze ewlekariya navçeyê bi rêya NATOyê bihêztir bike û aşkere jî kiriye ku ew ji kirîna sîstema mûşekên S-400 ji aliyê Tirkiyê ve dilgiranin û ew yek hevpeymaniya wan lawaz dike.

Li gor daxuyaniya Koşka Spî, di vê peywendiya telefonî de behsa mijara aloziyên navbera Tirkiye û Yunanê û mijara Qibrisê jî hatiye kirin.

Sullivan pêşwazî li diyaloga di navbera Tirkiyê û Yunanê de kiriye û piştevaniya xwe ji bo planên Sekreterê Giştî yê Netewyeên Yekbûyî derbarê Qubrisê de jî nîşan daye.

Herdû aliyan tekez kirine ku hevkariya wan li ser babetên girêdayî navçeyê û astengiyên cîhanî berdewam be.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin