Amerîka: DAIŞ ji Tirkiye û Iraqê 100 milyon dolar bidest dixe

Amerîka: DAIŞ ji Tirkiye û Iraqê 100 milyon dolar bidest dixe

.

A+A-

Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê aşkere kir ku DAIŞ bi rêya alîgirên xwe yên li Tirkiye û Iraqê hê jî dikare 100 milyon dolar bidest bixe.

Li gorî raporta ku Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê, dahata DAIŞê ji 2014an ve daketiye kêmtirîn astê, lê dîsa jî bi rêya alîgirên xwe dahateke mezin bidest dixwe.

Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê derbarê rewşa darayî ya DAIŞê jî dibêje, ew rêxistin bi rêya alîgir û qeçaxciyan li Tirkiye û Iraqê, li ser dabînkirina pere berdewam e.

Li gor raportê ku 4ê Çileyê ji aliyê Dîrektorê Kontrolê George Sullivan ve hatiye ragihandin “Dibe ku di destê DAIŞê de 100 milyon dolar rezerva dravî hebe ku li herêmê belav bûye.”

Li gor raportê , alîgirên wê rêxistinê bi rêya kompanyayên pere veguhastinê û bi şêweyek neyasayî wî pereyî dişînin derve û nav Iraq û Sûriyê.

Li Kampa Hol a li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê nêzikî 50 hezar malbatên DAIŞê dijîn û li gor raporta hatiye belavkirin, şandina beşek ji wî pereyî bi rêya van malbatan û beşa din jî bi rêya kuryeyan li ser sînorên Iraq û Sûriyê pêk tê.

Her li gor wê raportê DAIŞ hê jî li Sûriyê bi rêya kompanyayên xeyalî, qaçaxçitiya petrolê, zordarî, revandina sivîlan û bi talanê pere kom dike.

Lêkolînerê Enstîtuya Hudson David Asher derbarê mijarê de ji malpera Al-Monitorê re ragihand, “Ji bo birîna tora darayî û lojîstîkî ya DAIŞê ez bawer nakim ku Tirkiye hewldanekê baş dide.”

David Asher ku salên 2014-2015an di Wezareta Derve ya Amerîkayê de li dijî DAIŞê pêşengiya stratejiya şerê aborî dikir, bibîr xist ku di serdema ewil ya bihêzbûna DAIŞê de endamênDAIŞê, aliyê Tirkiyê yê li ser sînorê Sûriyê bo veguhastina pere bikar dianîn.

Herwiha li gor David Asher îdareya Joe Biden dê siyaseta 4 salên dawîn ku Donald Trump li Rojhilata Navîn birêve dibir, biguherîne.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin