Amerîka: 200 serbazên me li Sûriyê dimînin

Amerîka: 200 serbazên me li Sûriyê dimînin

Berdevka Koşka Sipî Sarah Sanders aşkere kir ku piştî vekişîna leşkerên Amerîkayê ji Sûriyê dê bi qasî 200 leşkerên wan yên din li wî welatî bimînin.

A+A-

Berdevka Qesraspî Sarah Sanders amaje bi wê yekê kir ku wê ew leşkerên wan bi ermanca aştiyê li Sûriyê bimînin û wiha got: “Bi qasî 200 leşker dê wek hêza aştîyê hîn demeke din li Sûrîyê bimînin.’’

Heta aniha nayê zanîn bê wê ew leşkerên Amerîkî dê li kîjan herêmê û çiqasî bimînin.

Hêjayî gotinê ye duhê êvarî Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan bi rêya telefonê rewşa Sûriyê û avakirina herêma aram gotûbêj kiribûn. 

 
Hêjayî gotinê ye duhê êvarî Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan bi rêka telefonê rewşa Sûriyê û avakirina herêma aram gotûbêj kiribûn. Herwiha tê çaverêkirin berbirsên berevaniyê Tirkiyê îro li Washingtonê ligel berpirsên Amerîkayê bicivin.
 
 
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin