
Gorên cangoriyên Komkujiyên Pirsûs û Enqerê hatin kavilkirin
Hat ragihandin li Pirsûsê kêlikên gorên Osman Çîçek, Kasim Deprem û Yilmaz Elmascan hatine şikestin.
A+A-
Di teqîna sala 2015an de li Pirsûsê termê herdu cangoriyên teqînê Osman Çîçekê 22 salî û Kasim Depremê 23 salî li Goristana Navçeyê ya Pirsûsê hatibûn veşartin û herwiha termê Yilmaz Elmascanê ku di komkujiya Gara Enqerê de can dabû dîsa li vê goristanê veşartî bû.
Hat ragihandin, kêlikên gorên hersê cangoriyên komkujiyên Pirsûs û Enqerê Çîçek, Deprem û Elmascanî, hatine şikenandin.
Li gor agahinên bidestxistî, êrîşkar hîn ne diyar in.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku berê jî êrîş biribûn vê goristanê.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin