Amedspor li deplasmanê bi serket

Amedspor li deplasmanê bi serket

.

A+A-

Amedspor bû mêvanê Kocaelisporê û bi golên Sînan Akaydin li deplasmanê 2 – 1 bi serket.

Amedspor ya ku di Grûba Spî ya Lîga Duyem a Futbolê ya Tirkiyê de dilîze, di hefteya 29emînde bû mêvanê Kocaelisporê.

Amedspor di dewra pêşî de di xuleka 11emîn de bi gola Sînan Akaydin de 1- 0 ket pêşiya Kocaelisporê û dewra pêşî bi vê encamê bidawî bû.

Di dewra duyem de Sînan Akaydin di xuleka 76emîn de bi gola xwe ya duyem Amedsporê 2-0 xist pêşiya Kocaelîsporê.

Di xuleka 78emîn de Batuhan Er li ser navê kocaelisporê golek tomar kir lê ev gol têrî Kocaelisporê nekir û lîstikê bi encama 2-1 bi serdestiya Amedsporê bi dawî bû.

Bi vê serkeftinê û bidestxistina 3 xalên din, tîma Amedsporê hejmara puanên xwe gihand 47an û bi vî awayî di rêza 7an a Lîga Duyem de cih girt.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin