Amed Spor û Wan Spor bi ser ketin

Amed Spor û Wan Spor bi ser ketin

Di Kûpaya Ziraatê ya Tirkîyeyê de îro maçên Dora 3'yemîn dest pê kirin. Wan Spor li Egeyê, Amed Spor li mala xwe bi ser ket.

A+A-

Diyarname

Tîma kurdan Wan Spor li Balikesîrê ligel Balikesir Sporê lîst û bi ser ket: 1-0. Wan Spor di temamê maçê de ji reqîbê xwe zêdetin bi ser ketî bû bi gola ku di deqîqeya 49'an de avêt bi ser ket. Tunç Muratha Behram di vê deqeyê de li ser navê tîma xwe gol avê û navê tîma xwe ji bo dorek din nivîsan.

 

Amed Spor li mala xwe bi ser ket

 

Amed Spor jî di vê kûpayê de ligel Agirî 1970 Spor lîst. Maç li Stada Amedê bû. Di nîveka yekemîn de Amed Spor bi gola Muhammet Yilmaz 1-0 derket pêş û nîveka yekemîn bi vî awayî bi dawî bû. Di nîveka duyemîn de Muhammet Yilmaz di deqîqeya 63'yan de golek din avêt. Paşê Muhamet Burak Taşdemîr di deqîqeya 73'yan, Muhlis İstemi di deqîqeya 83'yan de golek avêt û tîm bi 4-0 derket pêş. Tekane gola Agirî di deqîqeya 84'an de Cemal Dogu avêt û maç bi 4-1'ê bi dawî bû. 

 

Her wiha îro 24 Erzîncanê Şanliufra 1-0 tek bir. Her sê tîmên serketî derbasî Dora 4'an bûn. Maçên Dora 3'yan yên kûpayê sibê û du sibê jî didomin. Di kûpayê de sibê Diyarbekir saet 18.30'de dê Eskîşehîrê bike mêvanê xwe. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin