Almanyayê qirkirina li Namibyayê kiriye qebûl kir

Almanyayê qirkirina li Namibyayê kiriye qebûl kir

.

A+A-

Almanyayê qebûl kir ku di navbera salên 1904 û 1908ê li Namibyayê, di dema kolonyaliyê de bi deh hezaran kes ji gelê Herero û Namayê kuştine û lêborîn ji xizmên qurbaniyan xwest. Dîroknas vê rewşê weke “yekem qirkirina sedsala 20an” dinirxînin.

Ev bûyer, di navbera Almanya û Namibyayê de bi salan e dibe sedema pirsgirêkên mezin.

Almanyayê qebûl dikir ku rêveberiya kolonyal di wê demê de zilm kiriye lê nedixwest rasterast cirmê wê bide.

Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Heiko Maas bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn: “Em êdî dema ji perspektîfa îro li bûyerên pêk hatine dinêrin, em weke qirkirin dinirxînin.”

Maasî herwiha da zanîn, Almanya ji Namibyayê û ji xizmên qurbaniyan lêborînê dixwaze û diyar kiriye ku ji bo naskirina vê zilma gelekî mezin, ew ê alîkariyê bidin pêşketina vî welatî. Almanya ji bo vê wê milyan û 100 milyon euroyî weke alîkariya darayî bide Namibyayê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin