Almanya: Êrîşa Tirkiyê ya li Başûrê Kurdistanê binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye

Almanya: Êrîşa Tirkiyê ya li Başûrê Kurdistanê binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye

.

A+A-

 Servîsa Lêkolînê ya Parlamentoya Almanyayê li ser pirsa parlamentera Kurd Gokay Akbulut ya derbarê êrişên Tirkiyê yên li Herêma Kurdistanê rapora xwe belav kir û tê de ragihand “Êrîşa Tirkiyê ya li Herêma Kurdistanê binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye.”

Di nîvê gotûbêjên li ser redkirina Tirkiyê ji berfirehbûna NATOyê li Îskandînavyayê, li ser destwerdanên leşkerî yên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê nakokiyeke nû di navbera Almanya û Tirkiyê de derdikeve pêş.

Li gor nûçeya malpera Der Tagesspiel a Almanî, di raporeke nû de, Servîsa Lêkolînê ya Bundestagê (Parlamentoya Almanyayê) gihîştiye wê encamê ku êrîşa herî dawî ya Tirkiyê ya li Herêma Kurdistanê ji bo şerê li dijî PKKê, li gorî hiqûqa navneteweyî bi zor nikare were rewakirin. Li gor wê raportê, gerîlayên PKKê yên li Başûrê Kurdistanê niha ti gefeke rasterast û taybet li ser Tirkiyê çênakin.

Parlamentera Kurd a Partiya Çep (Die Linke) Gokay Akbulut ji ber vê yekê daxwaz dike ku hemû radestkirina çek û teknolojiya çekan ji bo hevkarê NATOyê Tirkiye bê rawestandin.

Tirkiyê beriya mehekê li Başûrê Kurdistanê dest bi êrişeke nû kiribû. Di operasyonê de Balafirên şer, balafirên bê mirov, top û hêzên bejayî ji bo îmhakirina rêyên tedarîkkirina PKKê û avêtina cebilxaneyan bi kar tîne.

Hikûmeta Iraqê ev êrişên Tirkiyê wek binpêkirina xaka xwe û "kiryareke dijminane" rexne kir, lê bandoreke kêm li ser êrişên Tirkiyê yên li Başûrê Kurdistanê kir.

Demeke kin piştî destpêkirina êrişa nû ya Tirkiyê, li ser pirsa parlamentera Kurd a ji partiya Die Linke Gokay Akbulut, Hikûmeta Alman dilgiraniya xwe derbarê operasyona leşkerî ya Tirkiyê li welatê cîran nîşan da, lê xwe ji şîrovekirina wê yekê dûr xist ku ew kiryar binpêkirina yasayên navdewletî ye yan na.

Gokay Akbulut pişt re ji bo raya Servîsa Lêkolînê ya Bundestagê ku pisporên wê pirsên hiqûqî yên parlamenteran lêkolîn dikin, serlêdan kir.

Di derbarê mijarê de Parlamentera Kurd Gokay Abbulut li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek belav kir û got “Min ji servîsa zanistî ya Bundestagê ji bo nirxandina şerê destdirêjker ê Tirkiyê li Iraqê/Kurdistanê ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve nêrînek pispor erkdar kir. Ev êrîş qanûnên navneteweyî binpê dike û divê bi tundî bê şermezarkirin!”

Pisporên Bundestagê di raporê de, îddiaya Tirkiyê ya ku dibêje ji ber ku dewleta Iraqê bi xwe nikare pêşî li êrîşên PKKê bigire, divê ew midaxeleyî nav Iraqê bikin, red dike. Enqere navê êrîşa taybet a PKKê ku operasyonê pêwîst kiriye, nade.

Di derbarê idiaya Tirkiyê de gumanên berbiçav

Li gor raporê hat ragihandin “Bi rastî jî di van salên dawî de êrîşên PKK’ê yên li Tirkiyeyê li şûna ku zêde bibin, kêm bûne. Heta ku êrîş û metirsiyeke tûj tunebe, Tirkiye nikare mafê xweparastinê yê di çarçoveya Peymana Neteweyên Yekbûyî de bi kar bîne. Di derbarê argumana tirkan de `gumanên pir cidî` hene.”

Akbulut bang li hikûmeta federal kir ku destwerdana Tirkiyeyê şermezar bike û çekan bide sekinandin û wiha berdewam kir "Ev bi taybetî dema ku êrîşa Rûsyayê ya Ukraynayê li ber çavan tên girtin rast e. Dema ku `hevalbendê` Tirkiyeyê bi vî rengî hiqûqa navneteweyî binpê bike, bi temamî nayê qebûlkirin.”

Li aliyê din Wezareta Derve ya Almanyayê derbarê rapora Bundestag de wiha got “Hikûmeta federal girîngiyeke mezin dide rêzgirtina serweriya dewletê. Lê belê, ti tesbîtên xwe nînin ku di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de operasyonên artêşa Tirk ên li Bakur-Rojhilatê Sûriyê û bakurê Iraqê bi awayekî zelal were nirxandin.”

Li ser daxwaza rawestandina şandina çekan a Almanyayê jî wezaretê got ku bi salan e ku Enqereyê ti çekên ku "di çarçoveya operasyonên leşkerî yên herêmî de ji aliyê Tirkiyeyê ve bên bikaranîn" wernegirtine.

Herwiha Wezareta Derve ya Almanyayê di derbarê rapora Bundestagê de diyar kir ku Hikûmeta Federal girîngiyek mezin dide “rêzgirtina serweriya dewletê. Lê belê, ti tesbîtên xwe nînin ku di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de operasyonên artêşa Tirk ên li Bakur-Rojhilatê Sûriyê û bakurê Iraqê bi awayekî zelal were nirxandin.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin