Aktîvîsteka Almanî li Bexdayê hat revandin

Aktîvîsteka Almanî li Bexdayê hat revandin

Komîsyona mafên mirov: Tiştekî metirsîdar e

A+A-

Aktîvîsteka Almanî li Bexdayê hat revandin. Endamekî komîsyona mafên mirov ya Iraqê jî dibêje, dibe ku nûnerên bîyanî ji Bexdayê derkevin.

Şeva borî aktîvîsta Almanî ya bi navê Hella Mewis li taxa Ebû Newas ya Bexdayê ji alîyê kesên çekdar ve hat revandin. Mewis endama ensîtutya kulturî ya Goethe ye.

Li ser vê mijarê, endamê komîsyona mafên mirov ya Iraqê, Elî Beyatî gotîye, revandina wê aktîvîsta Almanî nîşaneka metirsîdar e û tê wê wateyê ku hikûmet û hêzên ewlehîyê nikarin welatîyên bîyanî biparêzin.

Elî Beyatî her wiha gotîye, heta kesên ku xelkê direvînin, neyên sizadan û tembêhkirin, pêşîya revandinê nayê girtin. Ev jî dibe sebeb ku bîyanî li Bexdayê nemînin û berê xwe bidin Hewlêrê yan jî derveyî Iraqê.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin