Akademîsyen Onen: Erdogan ji Soçîyê destvala vegerîya!

Akademîsyen Onen: Erdogan ji Soçîyê destvala vegerîya!

Akademîsyen û pisporê sîyaseta Rûsyayê Dr. Ekrem Onen derbarê rêkeftina Tirkîyê û Rûsyayê da axivî û aşkere kir ku Serokkomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ji Soçîyê destvala vegerîyaye.

A+A-

Navenda  Nûçeyan- Serokkomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan roja sêşemê serdana Rûsyayê kiribû û li bajarê Soçîyê yê Rûsyayê li gel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin civîya bû. Herwiha di dawîya civînê da Tirkîye û Rûsya li ser vekişîna Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) ji bajarê Menbic û Kobanî û belavbûna hêzên rejima Beşar Esed û Rûsyayê li herdu bajaran lihev kiribûn.

Akademisyen Onen civîna Erdogan û Pûtîn û rêkeftina herdu welatan ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî şîrove kir û got: “Ji civîna Soçî ya navbera Putin û Erdoxan pirsa asasî dîyare pirsa kurda û hebûna hêzên biyanî li Sûrîyê bû. Di herdu pirsande jî dîyare li hev nekirin û Erdoxan ji Soçî destvala vegerîya.”

Herwiha Onen destnîşanî bi konferansa rojnemewanî ya Erdogan û Putîn jî kirîye û ragihandîye: “Putîn got; kurd perçeyek ji Sûrîye ne, ji bo istiqrara li Sûriyê çêbe divê diyalogek fireh di navbera kurdan û hukumeta Sûrîye em bidin dest pê kirin, bi vê rêyê milletê kurd dikare bighe hemû mafê xwe ú mafê wan bên parastin." herweha got "lazime hemû hêzên biyanî ji Sûrîyê derkevin" Erdogan di van herdu pirsan de bê deng bû. Her weha Erdogan got "Hêzên terorîst yên YPG", Putin got "şervanên Kurd" tişta din grîng Putin bi Erdogan fermî şer dasekinandin. “

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin