Siyasetmedarê Kurd Ebdulhemîd Hacî Derwîş wefat kir

Siyasetmedarê Kurd Ebdulhemîd Hacî Derwîş wefat kir

Sekreterê Partîya Demokrata Pêşverû Ebdulhemîd Hacî Derwîş koça dawî kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Endamê Polîtburoya Partîya Demokrata Pêşverû, Ehmed Silêman ragihand, ku Sekreterê Partîya Demokrata Pêşver, Ebdulhemîd Hacî Derwîş îro berê sibehê saet 02:00 koça dawî kirîye.

Ehmed Silêman herwiha ragihand, ku ew dê piştre zanyarîyan di derbarê merasîmên roja bi ax spartin û şîna wî de ragihînin.

Partîya Demokrata Pêşverû ragihandîye ku merasîma cenazeyê dê îro Pêncşemê saet 10 sibehê li bajarê Qamişloyê birêve biçe û piştre cenazeyê wî dê li gundê Qirmanîyê ku cihê jidayîkbûna wî ye bê bixakspartin .

Partîya Pêşverûyê herwiha dîyar kirîye, ku merasima şîna Ebdulhemîd Hacî Derwîş rojên Pêcşem, Înê û Şemîyê li bajarê Qamişlo tê sazkirin.

Herwiha merasîma malavayîkirinê jî îro saet 10 sibehê heta 8ê êvarê li hola Nûredîn Zaza li Qamişlo birêve diçe.

Ebdulhemîd Hacî Derwîş kî ye?

Sala 1936 li gundê Qermane yê ser bi Dirbêsîyê ve ji dayik bûye

Xwendina Navendî li Şamê temam kirîye

Di sala 1957an de, yek ji damezrênerên yekem partîya Kurdî bû li Sûrîyê

Ji nifşê yekem yê sîyasetmedarên Tevgera Sîyasî ya Kurdî li Sûrîyê bû

Bi Osman Sebrî û Hemze Niwêran re Partîya Demokrata Kurd ava kir

Sala 1990 weke endamê parlemana Sûrîyê hate hilbijartin

Çend caran daxwaza lihevhatina TE-DEM û ENKS kir

Partîya wî 25-11-2015 ji ENKS vekişîya

Red kiribû ku beşdarî civîna Soçî bibe

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin