Ahmet Ozer: Ziman dayîka mirovan e eger tu nizanibe tu sêwî yî

Ahmet Ozer: Ziman dayîka mirovan e eger tu nizanibe tu sêwî yî

.

A+A-

 Civaknasê Kurd Prof. Dr. Ahmed Ozer ragihand ku hebûna mirovan bi hebûna zimanê wan ve girêdayî ye û qedexekirina ziman tê wateya qedexekirina jiyana mirovan.

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê proseya serlêdana dersên bijarte berdewam e û xwendekar dikarin heta 20ê Çileya îsal, dersên şêwazarên Kurmancî û Zazakî/ Kirmançkî yên Kurdî hilbijêrin.

Dersa Bijarte a Kurdî di Îlona sala 2012an de bi rêya rêziknameyekê kete nava bernameya ziman û devokên zindî. Xwendekarên polên 5, 6, 7 û 8an dikarin navên xwe tomar bikin û dema hejmara wan bigihîje asta ku karibin polekê dagirin, dikarin heftiyê 2 demjimêran dersên Kurdî bi zaravayên Kurmancî û Kirmançkî wergirin.

Li Rûdawê jî bi dirêjahiya van rojan girîngiyeke taybet bi dersa bijarte dê tê dayîn û axeftinên xwendekar, malbat, mamosteyên ziman, zimanzanan û kesên peywendîdar tên pêşandan.

Di vê çarçoveyê de Mamosteyê Zanîngehê û Civaknasê Kurd Profesor. Dr. Ahmet Ozer ji Stebolê beşdarî bulteneke Rûdawê bû û got ku hebûna mirovan bi hebûna zimanê wan ve girêdayî ye û qedexekirina ziman tê wateya qedexekirina jiyana mirovan.

“Ziman mirov e, mirov ziman e.”

Ahmet Ozer got: “Ziman gelek girîng e. Mirov bi saya du tiştan di nav civakê de jiyana xwe berdewa dike. Yek ji wan ziman û ya din jî dest e. Niha li vê studioyê tiştên madî çi hebe bi destekê hatine çêkirin. Lê çi tiştên berdewam dikin û derbas dibin wekî çand, zanist, siyaset, felsefe û baweriyê jî bi ziman tên gihandin û şaristanî bi vî awayî pêk tê. Ev hemû bi ziman ji nifşekê derbasî nifşeke din dibe. Eger ziman tune be, mirov jî nabe. Ziman mirov e, mirov ziman e. Ji ber vê yekê divê herkes bizane egr tu zimanê kesekî qedexe bikî, tu di rastiyê de mirovatiya wî jî qedexe dikî. Eger zimaneke miroveke nebe di heman demê de mirovatiya jî nîne. Di vê wateyê de zimanê dayikê pir girîng e. Ji ber ku dema mirov ji dayik dibin, heta 3-4 saliya xwe bi tiştên ku di civakê de hîn dibin, ew bingeha herî girîng a mezin e.”

“Ziman bîr û hafiza ye”

Ozer amaje bi wê yekê kir ku mirov dikare fêrî gelek ziman bibe û ji bîr jî bike, lê zimaneke qet ji bîr neke zimanê dayîkê ye û got: “Zimanê dayîkê ne hema ji bo xeberdanê ye, di heman demê de ji bo derûnî û perwerdeya mirovan jî girîng e. Ev meseleke siyasî nîne, meseleyeke însanî ye.”

“Di dibistanê de axaftina bi kurdî bi 5 quruşan dihat cezakirin”

Ahmet Ozer ku pirtûkeke nû ya li ser ziman û çanda Kurdî heye li ser xwe mînakek da û got: “Mînak dema em zarok bûn diçûn dibistana seretayî, Kurdî qedexe bû û me jî  tirkî nedizanî. Hinek zarok didan pey me û kê peyvek bi Kurdî bigota dê 5 quruş ceza didan wî. Pere tine bû, mirov di berdêla cezayê de sergîn û gonî dibirin dibistanê. Bi vî awayî Kurdî dihat qedexekirin û me bi Kurdî neaxivî. Binêre zimanê min dayîkê Kurdî ye lê ji ber ku min 30 salan bi Tirkî xwend niha bi zorê diaxivim. Ev zilmeke mezin e.”

"Ziman dayîka mirovan e eger tu nizanibe tu sêwî yî”

Derbarê dewlemendiya zimanê Kurdî de jî Ozer got: “Di rastiyê de zimanê Kurdî zimaneke gelek dewlmend e, edebiyata xwe heye. Di dîrokê de kesên weke Feqiyê Teyran, Melay, Cizîrî û Herîrî gelek tişt nivisandine. Herwiha gelek romannivîsên me hene. Mehmet Uzun hevalê min bû û wî gelek roman nivîsandine.

Min heta niha 36 pirtûk nivîsandine, lê ev cara yekem e ku pirtûkek bi Kurdî dinivîsim. Ez çûm Qazaxistanê, mirovên li wir Kurdî dixwînin û dibistanên wan ên Kurdî hene. Dema pirtûka te bi kurdî be, dikarin bixwînin. Li wê derê Prof. Nadir Nadirov ku wefat kiriye kesekî gelek bi nav û deng bû û di heman demê de mirovê min jî bû. Nadir Nadirov berî bimire tiştek ji min re got `birayê Ehmed, zimanê dayikê wek çavê mirov e, eger tu zimanê xwe yê dayîkê nezanî tu kor î. Zimanê dayîkê dayîka mirovan e eger tu nezanî tu sêwî yî. Zimanê dayîkê rûmeta mirovan e, eger tu nizanî tu bêrûmet î. Zimanê dayîkê çermê mirovan e, eger tu nizanibî tu bê çerm î. Zimanên din jî weke çaketekê ne. Hûn dikarin çakêtê xwe derxin û çakêtekî din li xwe bikin, lê hûn nikarin çermê xwe biguherînin. Ev gelek girîng e.”

“Gelek astengî hene”

Ozer bal kişand li ser astengiyên li hemberî Kurdî û zimanên li cîhanê şibande bexçeyekî tije gul û got, bexçe bi hemerengiya gul û sosinên têde bedew û ciwan e, lê eger tu hemûya qut bike û tenê yekê bihêle, kar weha naçe serî.

Civaknasê Kurd got: “Astengiyên gelek mezin hene. Niha li hin zanîngehan beşên Kurdolojiyê hene lê têrê nake. Mamosteyên hinekan nînin. Mînak li Zanîngeha Mêrdînê hinek heval hebû ew ji hatin dûrxistin. Yaşar Kemal digot dinya wek baxçeyekî hezar û yek gulî ye. Wate eger di baxçeyekê de çiqas cureyên gul û kulîlkan hebe ew qasî xweş e. Eger hûn wan hemûyan qut bikin û tenê yekê bihêlin, ew kar naçe serî.”

“Piraniya Kurdan jî nasnameya xwe vedişêrin”

Di berdweamiya axaftina xwe de Ozer got: “Giya li ser koka heşîn dibe. Dar li ser koka xwe mezin dibe. Hûn çiqas navdar bin jî, ger hûn li ser koka xwe mezin nebin, hûn ê têbigihîjin ku hûn di nefesa xwe ya dawî de jî di xeletiyek mezin de ne. Wek mînak Cemal Sureyya Kurd bû, lê bi zimanê xwe nedinivîsî û Kurdbûna xwe vedişart. Minak Mehmet Alî Birand kurd bû, lê çend meh berî mirina xwe got ku ew Kurd e. Gelek kurd jî nasnameya xwe vedişêrin, kurdbûna xwe înkar dikin û bi zimanê xwe naixivin.

Weke din jî di bin destiyê de ketibûn heye. Eger hûn dixwazin civakekê bi pêş bixin, ya herî girîng ew e ku hûn civakê fêrî zimanê xwe bikin. Divê bi zimanê dayîkê hîn bibin û zanistê bikin. Civakên pêşketî civakên pirzimanî ne”

Nûçe: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin