Baroya Amedê banga hilbijartina dersa Kurdî kir

Baroya Amedê banga hilbijartina dersa Kurdî kir

.

A+A-

Baroya Parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyeke bi zaravayên Zazakî û Kurmancî yên Kurdî banga hilbijatina dersên bijarte yên Kurdî li malbat û xwendekarên Kurd kir.

Bi biryara Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyê, ji sala 2012an ve di çarçoveya Ziman û Zaraveyên Zindî de, zimanê Kurdî wek dersa bijarte bo polên 5,6,7,8 li dibistanan tê xwendin.

Xwendekar di sala perwerdehiyê ya 2023-2024an de heta 20ê Çileyê dê bikaribin dersa Kurdî hilbijêrin û vê daxwaza xwe  bi rêya formên dersên bijarte bigihînin dibistanên xwe.

Ji bo hilbijartina dersên bijarte yên Kurdî  ev demeke li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sazî, kesayet, rewşenbîr, hunermend û xwebexşên zimanê Kurdî kampanyayek dane destpêkirin û daxwaz dikin ku xwendekarên Kurd wan dersan li dibistanên seretayî û navendî hilbijêrin.

Baroya Parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê jî  roja Pêncşemê 12ê Çileya 2023an li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û bi zaravayên Kurmancî û Zazakî bang li malbatên Kurd kir ku di heyama nû ya xwendinê de dersên Kurdî bo zarokên xwe hilbijêrin.

Baroya Amedê ragihandiye ew li ser mijara dersên bijarte û bikaranîna vî mafî amade ne ku her cor piştevaniyê di warê yasayî de bidin malbatên Kurd û tekez kiriye ku ew dê hewil di warê yasayî de rê li ber wan kesan bigirin ku hewil didin rê li ber  hilbijartina dersên bijarte yên Kurdî bigirin.

Baroya Amedê di daxuyaniya xwe de dibêje: “"ZIMANÊ XWE YE ZIKMAKÎ HILBIJÊRE. Weke ku tê zanîn ji wendekarên polên 5, 6, 7 û 8emîn ên dibistanên me re -bi sernavê "Ziman û Zaravên Zindî "- derfeta perwerdahiya zaravayên Kurmancî û Zazakî  hatiye dayîn. Ji bo vê ji heke formên ku ji we re hatine şandin heya dawiya Çilê werin dagirtin û ji rêveberiya dibistanê re werin şandin û  herî kêm 10 kes dersê hilbijerin, di binyada Wezareta Perwerdahiya Neteweyî (MEB) de bi peydakirina derfetan dê ders bên dayîn. Ev maf bi rêziknameya tekildar û talimatên ku MEBê bi rêya saziyên xwe ji dibistanan re şandiye tê parastin. Ji ber vê sedemê, ti rêveberiyên dibistanê û saziyên din ên bilind, ji bo dersa hilbijartî bi angaşta tunebûna mamoste û kêmasiya keresteyan  nikarin diyar bikin ku ders nayê hilbijartin. Rewşeke wiha ji ber ku bi eşkere binpekirina mafekê ye tawan e. Lewma ji bo kesên  hewl didin ku pêşiyê  li hilbijartina dersê bigirin, cezayên dadî têne dayîn. Dêûbavên rêzdar, mafê zarokên me ye ku zimanê me yê zikmakî bibingehîn, hîn bibin. Di bikaranîna van mafan de pêşengî ya  we dêûbavan e. Rê li ber bikaranîna vî mafî vekirin û parastin wî  peywira me parêzeran e. Lewma divê em hemû bi hev re bimeşin. Ji bo pêşîgirtina li asîmilasyonê, parastina mafên xwe yên bingehîn û ji bo pêşxistina zimanê we yî zikmakî dersa bijarte ya Zazakî/Kurmancî hilbijërin. Ji bîr nekin, em li hemberî kesên ku hewl didin vî mafê zarokên me asteng bikin bi we re ne. ji bo  ragihandina di derbarê pirsgirêkek herî biçûka a vê miiarê  ya bi me re jî dudil nebin. Em bi we re ne.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin