Abit Gürses: Zimanê Kurdî Zimanê Me ye!

Abit Gürses: Zimanê Kurdî Zimanê Me ye!

.

A+A-

Xwûşk û birayên hêja, xwedî li zimanê xwe derkevin!

Her kesê ku xwe Kurd (Zaza, Kurmanc) hîs dike, dibîne, divê xwedî li zimanê xwe derkeve!

Mirov çava dikare xwedî li zimanê xwe derbikeve?

Bi axaftin, peyivîn, nivisandin û xwandinê re, mirov dikare xwedî li zimanê xwe derbikeve.

Mirov bi zarokên xwe re bi Kurmancî, Zazakî peyivîn re xwedî li zimanê xwe derdikeve.

Mirov bi kesên Kurmanc û Zaza yan re bi Kurmancî û Zazakî axaftin re xwedî li zimanê xwe derdikeve.

Mirov bi guhdarî kirina radyoyên Kurdî û temaşekirina bi televîzyonên Kurdî re xwedî li zimanê xwe derdikeve.

Mirov guhdarî kirina dengbejan û çîrokbêjan re xwedî li zimanê xwe derdikeve.

Mirov bi guhdarîkirina stranên klasîkên Radyoya Erêvanê re xwedî li zimanê xwe derdikeve.

Mirov bi guhdarîkirina bi dehan hûnermendên Kurmanc û Zaza ve xwedî li zimanê xwe derdikeve.

Mirov bi xwandina Melayê Cezîrî, Feqîyê Teyran, Ahmedê Xanî re xwedî li zimanê xwe derdikeve.

Mirov bi xwandina romanên Erebê Şemo, Mehmed Uzun, Firat Cewerî, Hesenê Metê re xwedî li zimanê xwe derdikeve.

Mirov bi xwandina çîrokên Enwer Karahan, M. Ali Kut, wergerên Serdar Roşan re li xwedî zimanê xwe derdikeve.

Mirov xwandina lêkolînên M. Emin Bozarslan, Malmisanij, Rohat Alakom, Murad Ciwan wegerên Zîya Avci re xwedî li zimanê xwe derdikeve.

Mirov bi xwandina xebatên Reşoyê Zîlan, Mistefa Aydoğan, Mahmud Lewendî û xebatên din yên li ser zimanê Kurdî re xwedî li zimanê xwe derdikeve.

Mirov bi xwandina beytên Cezîrî, Xanî, Bêkes û yên din re xwedî li zimanê xwe derdikeve.

Mirov bi xwandina Cîgerxwîn, Mehmet Gemîcî, Şêrgo Bêkes xwedî li zimanê xwe derdikeve.

Mirov bi şandina zarokên xwe ji dersên Kurdî re xwedî li zimanê xwe derdikeve.

Mirov bi kirrîna, abonebûna rojname û kovarên Kurdî re xwedî li zimanê xwe derdikeve.

Mirov bi kirrîna kitêb û filmên Kurdî re xwedî li zimanê xwe derdikeve.

Mirov berhevkirina çîrok, stran, leyistîkên gelerî xwedî zimanê xwe derdikeve.

Mirov bi nivisandina Kurmancî û Zazakî re xwedî li zimanê xwe derdikeve.

Mirov bi çûna tiyatro (şano) yên Kurdî re xwedî li zimanê xwe derdikeve.

Mirov bi lorîn, girîn, qerîna Zazakî û Kurmancî re xwedî li zimanê xwe derdikeve.

Kurdîno, merdîno, xwuşkîno, Birano, Kurmancno, Zazano eger mirov bixwaze dikare bi sed û yek şêwe xwedî li zimanê xwe derkeve!

Ji xwe ra mahane negerin, di mesele ziman de her tiştî nexin sûkra dewletê de!

Erê, rast e, dewleta Tirka tam sed sal e, medreseyên me (ku otantîk dibistanênme ew bûn), zimanê me, nasnama me, edebiyata me, kultura me, tarîxa me, cil û bergên me qedexe kiriye.

Bi milyonan Kurdan asimile kiriye. Hetta beşekî wan kiriye Tirk jî. Lê belê di gel asimilasyona sed salî jî dewlet nikaribû milletê Kurd bihelîne zimanê me, nasnama me, şiûra me miletbûyînê ji orteyê rake.

Di gel vê rastiyê jî, realîteyek din ya teal jî heye divê em bibînin, ew jî xeteriya (tehlûka) asimilasyon e!

Ji ber mahaneya xebatên çekdarî û guherînên rewşa aborî û civakî nifûsê Kurdan koçî bajêr û metropolan bû. Di van 30 salên dawî de Kurd bêhtir ketin nav destara asimilasyonê. Bi tenê asîmîlebûna ziman jî neman, nasnama milyonan jî pê ra çû.

Ji ber van sedeman divê em Kurd bêhtir, zêdetir xwedî li ziman û nasnameya xwe derkevin.

Di vî warî de hemû partî û rêxistinên Kurdan dest bi xebatekî pîroz kirine.

Bi beşdariya hemû partiyan û rêxistinên ku ji bo zimanê Kurdî xebatê dikin di 21'ê Sibata 2021an de ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê kampanya îmzayê vekirine. Divê her Kurdekî piştgiriya vê kampanyayê bike, , (Ji bo îmzakirinê vê derêbitikine)  da ku dewleta Tirk û dinya alem jî bibîne ku bi milyonan Kurd dixwazin bi zimanê xwe perwerde bibin.

Daxwaza perwerdeya bi zimanê Kurdî daxwazek sirûştî-tabiî ye, mafekî rewa ye, mafekî însanî ye.

Asîmîlasyon, bi zorê guhertina nasname (kimlik, hüviyet, identitet) ya Kurdan sûcekî giran e!

Jenosîdek kulturî ye!

Divê em Kurd, xwedî li ziman û nasnama xwe derkevin!

Zimanê Kurdî, zimanê me ye!

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin