Abdullah Keskîn: Di Pirtûka Serok Barzanî de pêwendiyên dîplomatîk û belgeyên nehênî hatine eşkerekirin

Abdullah Keskîn: Di Pirtûka Serok Barzanî de pêwendiyên dîplomatîk û belgeyên nehênî hatine eşkerekirin

.

A+A-

Pirtûka Serok Mesûd Barzanî ya bi navê "Bo Dîrokê" bi zaravayê Kurmancî hat çapkirin. Di pirtûkê de dîroka Kurdistanê, bûyerên nêhênî yên proseya referandûma serxwebûna Kurdistanê û nirxandinên li ser Kurdistan, Iraq û peymanên herêmî yên li dijî Kurdan yên vaşartî hatine eşkerekirin cih digrin.

Pirtûka Serok Mesûd Barzanî ya bi navê "Bo Dîrokê" bi zaravayê Kurmancî li Tirkiyê ji aliyê weşanxaneya Avestayê ve hat çapkirin. Pirtûka ku berî niha bi çend mehan bi Soranî li Kurdistanê hatiye çapkirin wergera wê ya Kurmancî Arîf Zêrvan kiriye. Pirtûka Serok Barzanî ya bi navê Bo Dîrokê ne tenê 10-15 salên dawîn ya dîroka Kurdistanê gelek mijarên nehênî, sir û hevdîtinên dîplomatîk jî eşkere dike yên di sed sala dawîn de. Ji proseya Referandûma serxwebûna Kurdistanê bigirin heta mijarên Kurdistan, Iraq û Rojhilata Navîn, Pêwendiyên navdewletî heta bi peymana herêmî ya li dijî kurdan gelek mijar hatine eşkerekirin. Xwediyê Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskîn jî derbarê giringiya naveroka pirtûka Bo Dîrokê de raya giştî agahdar kir.

Xwediyê Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskin ji K24ê re got: “Bo Dîrokê ku berî niha bi çend mehan bi Soranî derketibû, vê gavê jî em li vir bi Kurdiya Kurmancî derdixin. Bi çapeke taybet (VIP) û çapeke normal vê gavê derket hefteya pêşiya me belav dibe û di meha pêşiya me de ber bi dawiya meha Hezîranê de jî emê karibin Tirkiya wê belav bikin. Ev kitêb esas wek naverok û ji navê wê jî birastî belgeyek dîrokî ye. Ne tenê pêşketinên 10-15 salên dawîn, nexasim piştî referanduma bo serxwebûna Kurdistanê xulaseya yanî wek kurte dîroka sedsalên dawîn a Kurd û Kurdistanê ye. Gelek diyalog û pêwendiyên dîplomatîk, belgeyên nehênî û gelek tiştên din di vê kitêbê de hatine eşkerekirin. Ez bawerim wê nîqaşê li ber gelek tiştan veke. Ez pir kêfxweşim ku şexsiyetek wekî Mesûd Barzanî û yek ji qehremanê lehengê zemanê zarokatiya me bû îro wekî weşanxane kitêba w ili bal me çap dibe.”

Di pirtûka Serok Mesûd Barzanî de hevdîtina wî ya bi Joe Bîden re jî cih digire ku wê demê Bîden Cîgirê Serokê Emerikayê bûye niha jî Serokê Emerîkayê. Bîden di vê hevdîtina taybet ya bi Serok Barzanî re, jê re dibeje; ‘wê emrê min û te têra dîtina Kurdistaneke serbixwe bike. Li gorî Abdullah Keskîn eşkerekirina van hevdîtinên nehênî rûdaneke gelekî baş e û yekemcar e ku aktorekî Kurdan van têkliyan ên veşartî û nehênî raberî raya giştî ya cîhanê dike. Ew bi hêviye ku ev gav destpêkek be.

Abdullah Keskin dibêje: “Dema Biden ev gotin kiriye ne kesekî ji rêzê bû Cîgirê Serokê Emerîkayê bû îro jî Serokê Emerîkayê ye. Berê me hin tiştên bi vî awayî dibîhîstin. Lê bi baweriya min ev proses divê ji aliyê Kurdan ve, heta niha tarîxa me ji aliyê kesên derveyî me bi taybetî jî nehêzên me nivîsanidine. Ji misyoneran bigrin heta serbazên ku di Kurdistanê de di şer de cih girtine. Em Kurd êdî dibêjin çima dest navêjin van meselayan. Em bixwe tarîxa xwe nanivisînin. Bi baweriya min ev bû mînakeke gelek baş. Hê li cihên li ser van meselan hurgilî nayên zanîn û nehatine nivîsandin, aktore herî muhîm di vê meseleyê de ku pêşengiya referandûmê dikir li ser navê miletê xwe û parçeyê xwe, hemû nehênî û sirrên wê hevdînê bi Iraqê re, welatên der û dorê ên cîran re, bi Emerîkayê re bi Yekîtiya Ewrûpayê re eşekere nivîsandin. Hêvîdar im ev bibe destpêkek.”

Pirtûka Bo Dîrokê ya Serok Mesûd Barzanî piştî çapa Kurmancî, ya Tirkî jî wê di dawiya meha hezîranê de dîsa ji aliyê Weşanxanea Avestayê ve bê çapkirin û belavkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin