Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn

Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn

.

A+A-

Serok Mesûd Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn.

Baregeha Barzanî ragihand ku Serok Mesûd Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî îro pêwendiyeke telefonî pêk aniye.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, di wê pêwendiya telefonî de her du aliyan li ser bipêşketin û guherînên dawî bîr û rayên xwe bi hev re parve kirine.

Her wiha di pêwendiya telefonî de rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hatiye gotûbêjkirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin