739 xwepêşander li parêzgeha Geylanê hatin binçavkirin

739 xwepêşander li parêzgeha Geylanê hatin binçavkirin

Kuştina keça Kurd a Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî, pêleke mezin a hêrs û xwepêşandanan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li pişt xwe aniye û di xwepêşandanên parêzgeha Geylan a li bakurê rojhilatê Îranê 739 kes hatin binçavkirin

A+A-

Ajansa “Tesnim” a Îranî li ser zarê Rêveberê Asayişa Parêzgeha Geylanê Ebdulezîz Melekî belav kir, hêzên polîs û Supaya Pasdara 739 kes binçav kirin ku di nava wan de, 60 jin hene.

Jîna Emînî keçeke Kurd a 22 salî bû, roja 13ê Îlona 2022an bi birayê xwe re ji bajarê Seqizê serdana Tehranê kiribû û ji ber ku hîcaba xwe bi awayekî rêkûpêk girê nedaye ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin û piştî du demjimêran ji bo nexweşxaneyê hat birin û roja 16ê mehê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Malbata Jîna û çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê dibêjin, Jîna di bin eşkenceyê de hatiye kuştin. Lê polîs jî dibêje, Jîna ji ber celteya dil canê xwe ji dest daye.

Kuştina Jîna Emînî gelek karvedanên berfireh yên li ser asta navxwe û navdewletî li piştî xwe anîn û xwepêşandan li bajarê Seqiz, Urmiye, Mehabad û Pîranşar û bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê û hejmarek ji bajarên Îranê derketin û heta niha zêdetir ji 50 kesî ji aliyên hêzên ewlehiyê ve hatine kuştin, bi sedan kes jî hatine birîndarkirin û binçavkirin.

Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî (Amnesty International) derbarê bêdengkirina xwepêşandanan ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve ji daxwaz ji civaka navdewletî kir "karekî watedar" bikin, ji bo rê li ber xwînrijandina zêdetir were girtin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin