72 baroyan êrîşa li dijî HDPê şermezar kirin

72 baroyan êrîşa li dijî HDPê şermezar kirin

.

A+A-

 Di serî de baroyên Bakurê Kurdistanê 72 Baroyan derbarê êrîşa li dijî Pertiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyaniyek hevpar belav kirin û tê de ew êrîş şermezar kirin.

72 Baroyan derbarê êrîşa li dijî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan ( HDP) ya li Îzmîrê ku di encam de endama  partiyê Deniz poyrazê canê xwe ji dest dabû, daxuyaniyek hevpar belav kirin. Baroyan di daxuyaniya xwe de ew êrîş şermezar kirin û gotin “Divê aliyên tarî ku destên wan di vê êrîşê de hene bên eşkere kirin."

Di wê daxuyaniya hevpar de serokên 72 baroyan wiha gotin: “17 Hezîrana 2021an di êrîşa çekdarî ya li ser avahiya HDPê ya Îzmîrê de welatiyek me hatiye kuştin. Ev êrîş li dijî yekitiya me ya civakî, demokrasî û aşitiya welatê me hatiye kirin. Parastina mafê jiyanê ya kesên ku karûbarên siyasetê dikin erkê dewletê yê mecburî ye û nabe vî erkî tu caran bi cih bihêle. Herî dawî bi kuştina keça kedkarekê avahiya HDPê ya Îzmîrê Deniz Poyraz, nîgeraniya me ya li ser yekitiya civakî û rakêşana welat bo nav tundûtîjiyê zêde dike.”

Di dawiya daxuyaniyê de baroyan erîş şermezar kirin û gotin “Em vê êrîşa li dijî yekitî û çanda me ya bi hev re jiyanê şermezar dikin. Em ji bo Deniz Poyraz a ku di wê êrîşê de canê xwe ji dest daye,  ji xwedê dilovaniyê dixwazin û sersaxiyê li malbatê dikin.”

Beşek ji wan baroyan, ji baroyên Amed, Wan, Mêrdîn, Riha, Sêrt, Agirî, Dêrsim, Semsûr Şirnex, Qers yên Bakurê Kurdistanê û baroyên Edene, Enqere Bursa, Stenbol û Îzmîr yên Tirkiyê pêktên.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin