Amerîka patrîotan ji çend welatên Rojhilata Navîn vedikişîne

Amerîka patrîotan ji çend welatên Rojhilata Navîn vedikişîne

"Biryara vekişandina 8 sîstemên berevaniyê yên Patrîot ji çend welatên herêmê, bandorê li ser parastina berjewendiyên Amerîkayê nake."

A+A-

 Amerîkayê ragihand; biryara vekişandina 8 sîstemên berevaniyê yên Patrîot ji çend welatên herêmê, bandorê li ser parastina berjewendiyên Amerîkayê nake.

Rayedareke Wezareta Berevanî ya Amerîkayê eşkere kir; biryara vekişandina 8 sîstemên berevaniyê yên Patrîot ji çend welatên Rojhilata Navîn, bi şêwrê bûye ligel destfilatdarên wan welatan û dê di havîna îsal de were cîbicîkirin.

Berdevka bi navê Pentagonê ya li Hêzên Deryayî yên Amerîkayê Jessica McNulty diyar kir: “Ev biryar bandorê li ser hemahengiya Washington û welatên herêmê û parastina berjewendiyên welat nake.”

Duh Rojnameya Wall Street Journal ragihandibû ku Pentagonê biryar daye 8 sîstemên berevaniyê yên mûşekî yên Patrîot, ji Iraq, Erebistana Siûdî, Urdin û Kuweytê vekişîne.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin