7 sal in hê jî Rapora Tipa Edlî nehatiye amadekirin

7 sal in hê jî Rapora Tipa Edlî nehatiye amadekirin

.

A+A-

Daxwaza girtinê ya polîsê bi navê A.E. ku li Sûra Amedê ji sûcê "bi zanebûn" Hêlîn Hasret Şena ya 12 salî kuştiye dihat darizandin, nehatiye qebûlkiri.

Polîsê bi navê A.E  di 11ê Çiriya Pêşiya 2015an de  di dema qedexeya derketina derve ya li Sûra Amedê de ji wesayîta zirxî ya cureya Kobrayê gule li Helîn Hasret Şenê reşandibû û ew kuştibû. Daxwaza girtina A.E. nehatiye qebûlkirin.

Polîs A.E. li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi sûcê "kuştina bi zanebûn" tê darizandin. Duh bi rêya Sîstema Deng û Dîmenî (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû.ye

Li gorî nûçeya MAyê dayika Helîn Hasret Şenê, Nazmiye Şen û bavê wê Ekrem Şen û parêzer Abdullah Zeytun, Yakup Guven û Omer Sansarkan jî beşdarî danişînê bûne.

Bavê Hêlînê Ekrem Şenî gotiye: “Keça min 7 sal in di bin axê de ye. Kujer hê nehatiye girtin. Ez dixwazim bersûc bê girtin." Dayik Nazmiye Şen jî got: "Ez dixwazim bersûc demildest bê girtin û ji kar bên derxistin."

Parêzerê malbata Şenê Abdûllah Zeytûn jî diyar kiriye ku di danişîna borî de doza berfirehkirina vekolandinê kirine, lê daxwazên wan nehatine qebûlkirin û bi daxwazên wan ên ji bo berfirehkirina vekolandinê re gelek delîlên ku bersûc pên girtin hene. Zeytûn bibîr xistiye ku lêpirsîn ji aliyê dozgerê ku erka sûcên "terorê" di destan de hatiye birêvebirin û got, ji ber ku mexdûr kurd bû, wekî "sûcdara potansiyel" hatiye nîşandan û ji ber vê jî lêpirsîn baş nehatiye kirin. Zeytûn destnîşan kir ku di lêpirsîna Şenê de di warê edlî û îdarî de tiştekî hiqûqî nehatiye kirin û got, di doza Şenê de helwesta bêcezatiyê berbiçav de.

Zeytûn bilêv kiriye ku ji ber ku bersûc peywirdarê dewletê ye, tabiî hin xalên îstisnaî hatine kirin û xwest bersûc bê girtin.

Polîtîkaya bêcezatiyê

Ji parêzerên malbata Şenê Yakûp Guven jî destnîşan kiriye ku di sûcên li hemberî Kurdan de gava kiryar peywirdarên dewletê bin, polîtîkaya bêcezatiyê bi awayekî sîstematîk tê bikaranîn û xwest welatiyên li kuçeya ku bûyerê lê qewimiye wekî şahid bên guhdarkirin û bersûc jî bê girtin.

Dadgehê piştî parastinan xwest li aqûbeta dosyeya li Saziya Tiba Edlî (ATK) bê pirsîn. Dadgehê daxwaza ji bo guhdarkirina welatiyên li kuçeya ku bûyer lê qewimiye û daxwaza ji bo girtina A.E.qebûl nekiriye.

Dadgehê danişîn taloqî 15 Kanûnê kiriye.

 Piştî danişînê parêzer Abdûllah Zeytûn gotiye ku dadger hewl didin bersûc biparêzin û ew ê dest ji têkoşîna xwe ya ji bo edaletê bernedin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin