540 kes di Goristana Covît-19 a Amedê de defin kirin

540 kes di Goristana Covît-19 a Amedê de defin kirin

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristîyê heta niha li Tirkîyeyê 6 hezar û 209 kes ji ber vîrûsa Covît-19 mirine. Lê li alîyê din tenê li Goristana Covit-19 ya Amedê 540 kes hatine definkirin.

A+A-

Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê (WHO) li tevahîya cîhanê 24 milyon û 628 hezar û 901 kes bi şewba gerdûnî Covît-19 ketin û di nava wan de 835 hezar û 639 kesan jîyana xwe ji dest dan. Li gorî wezareta Tenduristîyê, li Tirkîyeyê jî 263 hezar û 998 kes bi vîrûsê ketin û 6 hezar û 209 kes jî bi vîrûsê mirin.

Lê li gorî daneyên nehatin aşkerekirin tenê li Goristana Covît-19 ya Amedê 540 cenazeyê kesên bi şewba vîrûsa corona jîyanaxwe ji dest dane hatine defin kirin. Li Tirkîyeyê yek ji bajarê herî zêde şewba vîrûsa lê xuya dibe bajarê Amedê ye. Li gorî daneyên Odeya Tabîban a Amedê her rojê nêzî 600 kes bi vîrûsa corona dikevin.

Li goristana corona ya Amedê jî hat dîtin ku heta niha 540 kesên bi vîrûsê jîyana xwe ji dest dane hatine definkirin. Li her parselekê 60 kes hatine definkirin. Heta niha li goristanê 9 parsel tev dijî gor bûne û tijî bûne. Rayedaran dîyar kirin ku her roj cenazeyên nû li van parselan tên definkirin. Li beşa gorên Covît-19 ya Goristana Yenîkoy a navçeya Rezan a  Amedê parselên nû hatin vekirin. Li van parselan ewil di 4'ê nîsana 2020’an de cenazeyê Mehmet Kadri Balbak defin kirin. 

 

Têkildarî mijarê Serokê Şaxa SES'ê ya Amedê Şîyar Guldiken, anî ziman ku li Goristana Yenîkoy ji bo kesên bi vîrûsa Covid-19 ji yana xwe ji dest dane re beşek hatîye veqetandin û wiha got: "Hêjmara kesên li vir hatine definkirin em nizanin. Lê em dikarin pir aşkere û zelal bêjin di navbera daneyên Wezareta Tenduristîyê û daneyên me de ferqek gelek mezin heye." 

 

DI 3 ROJAN DE 23 KESAN JÎYANA XWE JI DEST DAN 

 

Guldiken, destnîşan kir ku li gorî agahîyên ji herêmê digêjin destê wan û daneyên wezaretê pir dûrî hev in û wiha lê zêde kir: "Li tevahîya Tirkîyeyê di 3-4 rojên dawî de Hezar û 400 - Heza rû 500 kes bi şewbê dikevin. Lê li Amedê rojê 700-750 kes bi şewbê dikevin. 150 kes niha li beşa lezgîn tên dermankirin. Di 3 rojên dawî de tenê li nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehîyê ya Gazî Yaşargîlê ji ber şewba Covid-19 23 kesan jîyana xwe ji dest dan. 

 

MA / Fethi Balaman 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin