4 endamên Asayişê li Reqayê hatin kuştin

4 endamên Asayişê li Reqayê hatin kuştin

.

A+A-

Li parêzgeha Reqayê 4 endamên hêzên asayişa Rêveberiya Xweser di êrîşeke çekdarên DAIŞê de hatin kuştin.


Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, çekdarên DAIŞê êrîşî rêbendeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) li rojavayê Reqayê kir û di encamê de 4 endamên Asayişê hatin kuştin û 3 endamên din jî birîndar bûn.

Heta niha Hêzên Ewlekariya Hundirîn derbarê wê bûyerê de ti daxuyanî nedane.

Di dema dawî de êrîşên çekdarên DAIŞê bi awayekî berbiçav zêde bûne û li beyabana Sûriyê (herêma di navbera Heleb, Reqa, Dêrazor û Reqayê de) gelek caran êrîşî hêzên rêjîma Sûriyê kirin û gelek leşkerên artêşa Sûriyê û çekdarên mîlîşyayên ser bi wê ve kuştin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin