Li Dersimê ‘qedexeya walitiyê’ hat şermezarkirin

Li Dersimê ‘qedexeya walitiyê’ hat şermezarkirin

.

A+A-

Hêzên Demokrasî û Kedê yên Dersimê, li gel mudaxaleya polîsan “qedexeya çalakiyan” a 8 meh e li bajêr tê pêkanîn, şermezar kirin.
 
Hêzên Ked û Demokrasiyê, xwestin têkildarî qedexeyên çalakiyan ku walitî 8 meh e li bajêr pêk tîne, li Kolana Hunerê ya bajar daxuyanî bidin çapemeniyê. Polîsan, qedexeya walitiyê hincet nîşan da mudaxaleyî koma li Kolana Hunerê kom bû kir. Piştî mudaxaleya polîsan, komê dirûşmên “Bi berxwedanê em ê bi serkevin” , “Ev hêj destpêk e dê têkoşîn bidome” berz kirin û bi çepikan heta  pêşiya Navenda Kar a Şaredariyê meşiyan. Komê li vê derê daxuyanî da çapameniyê. Li ser navê Hêzên Ked û Demokrasiyê Hidir Yildiz axivî. Yildiz, bi bîr xist ku li Wan û Dersimê pêkanînên  Rewşa Awarte (OHAL) didomin û diyar kir ku li bajêr bi awayekî keyfî qedexeya çalakiyan berdewam dike.
 
ARMANÇ BÊDENGKIRINA MUXALEFETÊ YE
 
Yildiz, destnîşan kir ku kongre, çalakiyên pankart û afîşên desthilatê û alîgirên wan dikin serbest in û wiha got: “Em ji van qedexeyên ku ji bo muxalefeta demokratîk tên danîn re bêdeng nemînin. Em weke Hêzên Demokrasî û Kedê weke berê niha jî li dijî hemû çalakiyên bê hiqûqî ne.”


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin